Urmiye; Suheyla Mihemedî girtiya siyasî ya Kurd bi awayekî mercdar hate azadkirin

Suheyla Mihemedî, girtiya siyasî ya Kurd a xelka Selmasê, piştî qetandina zêdetirî 3 sal ji sizayê 5 sal girtîgeha xwe, bi awa

24 December 2023 14:11

 

Hengaw; Yekşemî 24ê Kanûna 2023an

Suheyla Mihemedî, girtiya siyasî ya Kurd a xelka Selmasê, piştî qetandina zêdetirî 3 sal ji sizayê 5 sal girtîgeha xwe, bi awayekî mercdar ji girtîgeha Urmiyê hate berdan.
 
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, paşnîvroya Şemî 23ê Kanûna 2023an, Suheyla Mihemedî, girtiya siyasî ya Kurd ya xelkê bajarê Selmasê, piştî qetdanina sê sal ji sizayê 5 sal girtîgha xwe, bi awayekî mercdar ji girtîgha Urmiyê hate azadkirin. 

Suheyla Mihemedî ku heya niha ji mafê mirexesiyê hatibû bêparkirin, di heyama sê salên borî de çend caran ji bo nîşandana nerizayetiya xwe derheq rewşa girtîgehê, dest avêtibû bi gireva birçîbûnê û carekê jî hewla xwekuştinê dabû.
Berê Hengawê di raoprekê de tevî îşarekirin bi veqetandina Suheyla Mihemedî ji zaroka wê ya piçûk, nivîsîbû ku ew girtiya siyasî di dema girtin û lêpirsînê de, li bin zaxtên saziyên ewlehî di rewşeke derûnî û fîzîkî ya pir dijware de ye. 

Suheyla Mihemedî di Şibata 2023an de, li bin zextên saziyê ewlehî û dijayetîkirin ji azadiya demkî û bêparkirin ji lêbûrîna giştî, bi lêdana çend derbeyên kêrê li ser singê xwe hewla xwekuştinê dabû ku di encamê de ji aliyê hevgirtiyên xwe ve ji mirinê rizgar bibû.
 
Ev girtiya siyasî di Payiza 2020an de li bajarê Selmasê ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hetibû binçavkirin û piştî çend meh lêpirsînê ji bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhestin.

Suheyla Mihemedî piştre, ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Şoreş a Urmiyê bi tohmeta “endametî li Partiya Jiyana Azad (PJAK)”, bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan, ji vê demê ve heya niha, bi bê mirexesî di beşa jinan a girtîgeha Urmiyê de hatibû ragirtin


Di vî warî de zêde bixwînin