Sizayê darvekirina ciwanekî Kurd ê peyrewê ola Yarsan ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin

Sizayê darvekirina Riza Resyî yê xwanişanderê Kurd û peyrewê ola Yarsan di Dîwana Bili

25 December 2023 11:01

 

Hengaw; Yekşemî 24ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina Riza Resyî yê xwanişanderê Kurd û peyrewê ola Yarsan di Dîwana Bilind de hate piştrastkirin. Ev ciwane salek û mehek e ku di girtîgehê de ye û berê jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “kuştina yek ji hêzên hikûmetê” bi darvekirinê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di van demên dawiyê de, sizayê darvekirina Riza Resayî yê xwanîşanderê 34 salî yê xelkê Kirmanşanê, ji aliyê Taya 17 a Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye piştrastkirin û malbata wî girtiyê siyasî jî, ev yeke bo Hengawê piştrast kirine.

Riza Resayî beriya niha, ji aliyê Taya 2 a Dadgaha Tawanên Yekem a Kirmanşanê ve bi tohmeta “kuştina Nadir Bayramî yê berpirsê Îtilaata Spaha Pasdaran yê bajarê Sehnê” bi darvekirinê hatibû sizadan. Nadir Bayramî roja Şemî 18ê Mijdara 2022an li dema serkutkirina xwenîşanderên bajarê Sehnê di rêûresma salvegera kuştina Seyîd Xelîl Elînijad de hatibû kuştin.

Ev sizaye li gorî îtrafa bi zor ya Riza Resayî û çend kesên din ên hevdosyeyên wî, piştî çend meh îşeknce û dosyesazî bi ser wan de hate sepandin û heya niha belgeyeke piştrastkirî derheq vê mijarê, di warê yasayî de nehatiye belavkirin. 

Hengawê berê jî di raporek de tevî îşarekirin bi vê yekê ku malbat û kesên nêzî Riza Resayî bi telefonên ku jimarên wan naskirî ne rastî gefxwarinan tên, derbarê nigeraniyên vê malbatê û bi taybetî li ser çarenivîsa Riza Resayî belav kiribû.

Hejayî gotinê ye ku Riza Resayî di çar mehên despêkî yên binçavkirinê de, ji aliyê saziyên ewlehî ve ji mafê xwe yên sereke wek destpêregihîştin bi parêzer û çavpêketinê hatibû bêparkirin.

Riza Resayî roja Înî 24ê Mijdara 2022an, li bajarê Kerecê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî lêpirsînê di girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran de ji bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmanşanê hatibû veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin