Du kolber bi teqeya raserast a hêzên hikûmetî li ser sînorên Banê û Newsûdê hatine birîndarkirin

Muxtar Şeirî, kolberê xelkê bajarê Ciwanroyê yê ser bi parêzgeha Kir

25 December 2023 19:12

 

Hengaw; Duşemî 25ê Kanûna 2023an

Muxtar Şeirî, kolberê xelkê bajarê Ciwanroyê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê Newsûdê û Keywan Mihemedzade, kolberê xelkê bajarê Rebetê li ser sînorê Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî hatine birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 24ê Kanûna 2023an, Muxtar Şeirî, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Ciwanroyê li ser sînorê Newsûdê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û Keywan Mihemedzade yê xelkê bajarê Rebetê yê girêdayî bajarê Serdeştê jî, li ser sînorê "Kîle" yê ser bi Banê bi gullereşandina hêzên hikûmetî hatine birîndarkirin.

Muxtar Şeirî ji ber kûrahiya birînên xwe, ji bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhestin û rewşa wî ya tendirustî baş e. Herwisa, Keywan Mihemdzade bi çeka saçmeyî ji aliyê lingê xwe ve hatiye birîndarkirin û rewşa wî jî baş e.


Di vî warî de zêde bixwînin