Sine; Mihemed Ceifer Mihemedî bi awayekî hovane ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin
Mihemed Ceifer Mihemedî, welatiyê xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve bi awayekî hovane hate girtin û piştre bo cihe
Hengaw; Duşemî 25ê Kanûna 2023an
Mihemed Ceifer Mihemedî, welatiyê xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve bi awayekî hovane hate girtin û piştre bo cihekî nediyar hate veguhestin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 25ê Kanûna 2023an, Mihemed Ceifer Mihemedî yê 55 salî û xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên Wezarata Îtilaatê ve hate binçavkirin.
Mihemed Ceifer Mihemdî, demjimêr yekê şevê bi êrîşa hêzên Wezareta Îtilaatê û şikandina deriyê mala wî, ji bo tirsandinê û bi awayekî hovane di nav mala xwe de ku dikeve taxa Hacî Ava ya Sinê hate girtin.
Mihemed Ceifer Mihemedî, beriya niha sikale li dijî Wezareta Îtilaatê li Sineyê pêşkêşî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê li vî bajarî kiribû û sedema girtina navbirî jî ev yeka hatiye ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Sîrwan û Murteza Mihemedî, kurên Mihemed Ceifer Mihemedî, sala borî di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibûne girtin.