Girtiyekî Kurd di girtîgeha navendî ya Sinê de hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyê Kurd yê bi navê “Mihemdriza Mêhreban” ku beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zane

26 December 2023 19:10

 

Hengaw; Sêşemî 26ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina girtiyê Kurd yê bi navê “Mihemdriza Mêhreban” ku beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn”ê hatibû sizadan di girtîgeha navendî ya Sinê de hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 26ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina Mihemedriza Mêhreban yê welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Qurwe di girtîgeha navendî ya Sinê de hate cîbicîkirin.

Mihemedriza Mêhreban, beriya niha bi tohmeta qetilê hatîbû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Hengawê Yekşemiya borî  nûçeya veguhestina wî girtiyê Kurd ji bo odeya takekesî weşandibû.

Nûçeya darvekirina wî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Komra Îslamî ya Îranê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin