Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd bo odeya takekesî hate veguhestin û metirsiya darvekirinê li ser e

Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, piştî derbas

27 December 2023 10:11

 

Hengaw; Çarşemî 27ê Kanûna 2023an

Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, piştî derbaskirina 14 sal girtîgehê, ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesarê hate veguhestin. Eva di demekê de ye ku di heyama du mehên derbasbûyî de sizayê darvekirina Qasim Abeste û Eyûb Kerîmî, du ji hevdosyeyên Dawûd Ebdulahî hatibû cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 26ê Kanûna 2023an, Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê ku bi darvekirinê hatibû sizadan, ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hate veguhestin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ji ber veguhestina Dawûd Ebdulahî bo odeya takekesî û metirsiya darvekirina wî gelekî nîgeran e. Ev kiryarên wiha, li dijî peymanên navneteweyî yên mafê mirovan û mafê jiyanê ye. Hengaw daxwaza sekinandina bilez a van kiryaran û pêdeçûna dosyeya navbirî dike li gorî pîvanên navneteweyî.

Veguhestna Dawûd Ebdulahî ji bo odeya takekesî di demekê de ye ku, sibêdeha roja Çarşemî 29ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Eyûb Kerîmî û roja Yekşemî 5ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Qasim Abeste, du girtiyên dinê yên olî yên Kurd û xelkê Mehabadê û hevdosyeyên Dawûd Ebdulahî, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin.

Dawûd Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Xisrew Beşaret, Kamran Şêxe û Eyûb Kerîmî, di 7ê Kanûna 2009an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibûne veguhestin.

Ev girtyên han bi tohmeta dosyaya kuştina “Ebdulrehîm Tîna” ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Meqîse”, bi tometên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî, çalakî li dijî hikûmetê, endamê girûpên Selefî û gendelî li ser erdê (ifsad fî erzê)” bi darvekirinê hatibûne cezakirin.

Kombûna pêdaçûn bi tohmetên van 7 girtiyên olî yên Kurd di dawiya meha Adara 2016an de hate lidarxistin û cezayê wan di 25ê Gulana 2016an de bi fermî ji wan re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku hukmê navbirî di dawiya sala 2016an de, ji aliyê Taya 41a Dîwana Bilind a Îranê ve bi serokatiya dadwer Razînî hate redkirin û bi mebesta pêdaçûnê bo Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê hatibû şandin. Di Gulana 2018an de, Qasim Abestê û 6 hevdosyeyên din bi tohmeta "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) careke din ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.


Ev cezaye bi givaşên berdewam ên îdareya Îtilaata Urmiyê ji aliyê Taya 41 a Dadgeha Bilind ve hate pesendkirin û roja Duşemî 4ê Adara 2020an, bi awayekî fermî bi Mehmûd Welîzade Tebatebayî, parêzerê van heft girtiyên olî yên Kurd re hate ragihandin. Ev girtiyên han ku di girtîgeha Gewherdeştê de dihatine ragirtin, roja 1ê Tebaxa îsal piştî valakirina vê girtîgehê, bo girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibûn veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin