Ciwanekî Kurd li bajarê Sinê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin

Welatiyekî ciwan ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Kawe Gewêlî, li yek ji şeqamên vî bajarî bi teqeya rast

27 December 2023 19:30

 

Hengaw; Çarşemî 27ê Kanûna 2023an

Welatiyekî ciwan ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Kawe Gewêlî, li yek ji şeqamên vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî di vî bajarî de hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 24ê Kanûna 2023an, Kawe Gewêlî yê 37 salî û xelkê bajarê Sinê li şeqama 25 ya vî bajarî bi gullereşandina rasterast a hêzên  Kelanteriya 15 a vî bajarî canê xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyên agahdar, piştî wê ku şer û pevçûn di navbera xelkê taxa 25 a Sinê de rû daye û ew hêzane bi mebesta navbendçiyê xwe gihandine cihê şer û pevçûnê, bi rûyê Kawe gaza rondikrij reşandine û hevdem dane ber gulleyan û di dawiyê de gulleyek aliyê çepê yê singê Kawe Gewêlî xistine û navbirî di dema ku bi giranî birîndar bibû ji ser rûyê erdê re rakêşane û bo nav binkeya Kelanterî ya 15ê veguhestine.

Li gorî zanyariyên Hengawê, Kawe Gewêlî piştî demjimêrekê li binkeya Kelanterî bo nexweşxaneya Kewser a Sinê hatiye veguhestin û di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest daye. Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Gewêlî, hêzên Întizamî di hundurê binkeya polîsan de jî bi şêweyekî tundî li wî xistine.

Herwisa wê çavkaniyê behsa wê yekê jî kiriye ku, piştî vê tawanê, navendên ewlehî tevî wergirtina sozeke nivîskî ji malbata navbir bo dana her cure zanyariyekê, gef li wan xwarine.

Hêjayî behskirinê ye ku rêûresma biaxsipartina Kawe Gewêlî bi amadebûn û çavdêriya komeke zêde ji hêzên ewlehiyê li gundê "Kêlane" yê girêdayî bajarê Sinê hatiye lidarxistin.


Di vî warî de zêde bixwînin