Sê girtiyên Belûç û Kurd bi nihênî li girtîgeha navendî ya Bîrcendê hatine darvekirin

Sizayê darvekirina 3 girtiyên Belûç û Kurd ku beriya niha bi tohmeta “madeyên hişber” bi îdamê hatibûn si

28 December 2023 13:29

 

Hengaw; Pêncşemî 28ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina 3 girtiyên Belûç û Kurd ku beriya niha bi tohmeta “madeyên hişber” bi îdamê hatibûn sizadan, li girtîgeha navendî ya Bîrcend a Xorasana Başûr bi awayekî nihênî hate cîbicîkirin. Nasnameya 2 girtiyên Belûç bi “Îsmaîl Qadir Meqam û Ehmed Gergîc” û navê girtiyê Kurd jî bi “Mihemed Hesarî” hatiye ragihandin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 27ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina “Îsmaîl Qadir Meqam” ê 32 salî û xelkê bajarê Zahidanê, “Ehmed Gergîc” yê 30 salî û xelkê Zabolê û herwisa “Mihemed Hesarî” yê 50 salî û xelkê bajarê Kengawer ê ser bi  Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Bîrcendê hate cîbicîkirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin, ku girtiyekî din ê Kurd ku bo odeya takekesî hatibû veguhestin, cezayê darvekirina wî bi awayekî demkî hatiye rawestandin û belkî di rojên bê de bi rê ve biçe.

“Îsmaîl Qadir Meqam, Ehmed Gergîc û Mihemed Hesarî” 4 sal berî niha bi tometa “madeyên hişber” hatibûn girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûn sizadan.

Sizayê darvekirina van girtiyan, bi bê agahdarkirina malbatên wan bi nihnî bi rê ve çûye û herwisa ew ji mafê dawî hevdîtinê jî hatibûne bêparkirin.
Nûçeya van sê girtiyan, heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye ragihandin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin