Urmiye; Welatiyekî Kurd di bin îşkenceya saziyên ewlehiyê de canê xwe ji dest da

28 December 2023 14:25

 

Hengaw; Pêncşenî 28ê Kanûna 2023an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê yê bi navê Mensûr Selamet, piştî binçavkirin, îşkencekirin û zextên derûnî li yek ji girtîgehên ewlehî yên vî bajarî canê xwe ji dest da. Di heyama sala 2023an de herî kêm 8 girtiyên Kurd di bin îşkeneyê de hatine kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 27ê Kanûna 2023an, Mensûr Selamet, xelkê gundê "Pêsan" ê girêdayî navçeya Tirgewer a Urmiyê di bin îşkenceyê de, li girtîgeha "Neh Pile" canê xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar û nêzî malbata vî qurbaniyê, Mensûr Selamet bi tohmeta "ragirtina çeka nêçîrî" ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin. Ev welatiyê han di bin zext û îşkenceyê de rastî kirîza dil bûye û canê xwe ji dast daye.

Saziyên ewlehî, êvariya roja borî bi rêya telefonê ve malbata Mansûr Selamet agahdar kirine ku kurê wan bi sedema strês û zexteke zêde, rastî celteyê hatiye û canê xwe ji dest daye.

Termê Mensûr Selamet îro radestî malabata wî hatiy kirine û biryar e roja Pêncşemî 28ê Kanûnê li gundê wî bi axê were spartin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka sala 2023an ve heta niha aliyê kêm 11 girtî di girtîgehên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê de di bin îşkenceyê de hatine kuştin ku 8 kes ji wan girtiyên Kurd bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin