Urmiye; Çar girtiyên Kurd ji bo darvekirinê bo odeyên takekesî hatine veguhastin

Çar girtiyên Kurd yên xelkê Urmiyê yên bi navên “Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî,

28 December 2023 21:31

 

Hengaw; Pêncşenî 28ê Kanûna 2023an

Çar girtiyên Kurd yên xelkê Urmiyê yên bi navên “Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî, Rehman Perhazû û Nesîm Nemazî” ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeyên takekesî hatine veguhestin. Girtiyên hanê beriya niha bi tohmeta “sîxuriyê” bi îdamê hatibûne sizadan. 

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 28ê Kanûna 2023an, Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî, Rehman Perhazû û Nesîm Nemazî ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeyên takekesî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hatine veguhestin.

Hengaw agahdar bûye ku di çend rojen borî de, sizayê darvekirina her çar girtiyên Kurd wekî xwe ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Îranê ve hatiye pejirandin û sizayê darvekirina Mensûr Resûlî hatiye pêdaçûnkirin û bi girtîgeha heta hetayî hatiye kêmkirin.

Li gorî ew zanyariyên ku gihaye destê Hengawê, girtiyên hanê ku ji bo odeyên takekesî hatine veguhstin bi egereke gelek zêde ve sibêdeha roja Înê bêne darvekirin.

Hengaw agehdar bûye ku malbatên her çar girtiyan hevdîtina dawiyê kirine û niha hemû telefonên girtîgehê hatine qutkirin.

Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî, Rehman Perhazû, Mensûr Resûlî û Nesîm Nemazî di meha Şibata 2022an de ji aliyê Taya 3 a dadgeha Şoreş a Urmiyê bi serperestiya dadwer Necefzade bi tohmeta sîxûrîkirin bi Îsraîlê re bi darvekirinê hatibûne sizadanê.

Heman dadgehê bi tohmetên hevşêwe, Kamran Hinare, Fexredîn Dûdkanlûyê Mîlan, Eşkan Osmanzade Gendûk, Hesen Umerpûr û Emîr Muştaq Gengeçîn yên xelkê Urmiyê her yek bi 10 sal girtîgehê siza dabûn.

Berê çend wêne û vîdyo ji Mensûr Resûlî di bi navê “lêpêçîn û lêkolînê” de ji aliyê girûpên girêdayî Îsraîlê ve hatibûne belavkirin. Her 10 girtiyên hanê ku di salên 2021 û 2022an de, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibûne revandin û her yek ji wan çend mehan di odeyên takekesî yên girtîgeha Îtilaata Urmiyê de, di bin zext û îşkenceyên fîzîkî û derûnî de bûn.


Di vî warî de zêde bixwînin