Girtiyekî Kurd di girtîgeha Hemedanê de hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Ramîn Feqîrî yê xelkê bajarê Kengawerê, ku beriya niha

28 December 2023 23:50

 

Hengaw; Înê 29ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Ramîn Feqîrî yê xelkê bajarê Kengawerê, ku beriya niha bi tohmeta “madeyên hişber” bi îdamê hatibûn sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate cîbicîkirin û bi vê yekê re hejmara girtiyên ku ji destpêka sala 2023an ve hatine darvekirin giha 800 kesan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 27ê Kanûna 2023an sizayê darvekirina “Ramîn Feqîrî” ê 23 salî û xelkê bajarê Kengawerê di girtîgeha navendî ya Hemedanê de hate cîbicîkirin.
 
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd 2 sal berî niha bi tohmeta “madeyên hişber” hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina Ramîn Feqîrî, heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye ragihandin.

Li gorî belge û amarên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi darvekirina Ramîn Feqîrî hejmara girtiyên ku ji destpêka sala 2023an ve di girtîgehên Îranê de hatine îdamkirin giha bi 800 kesan.


Di vî warî de zêde bixwînin