Li girtîgeha navendî ya Urmiyê sê girtiyên Kurd bi tohmeta “sîxuriyê” hatine bidarvekirin

Sê girtiyên siyasî yên Kurd û xelkê bajarê Urmiyê bi navên Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî

29 December 2023 01:02

 

 Hengaw;  Înê 29ê Kanûna 2023an

Sê girtiyên siyasî yên Kurd û xelkê bajarê Urmiyê bi navên Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû li girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine darvekirin. Ev girtiyane beriya niha digel girtiyeke jin a hevdosyeya wan a bi navê Nesîm Nemazî bi tohmeta “sîxurtîkirin bo Îsraîlê” bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 11ê şeva Pêncşemî 28ê Kanûna 2023an, Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hatine darvekirin.

Em wekî Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, darvekirina van sê girtiyên siyasî yên Kurd bi tundî şermezar dikin. Ev kiryare ne tenê binpêkirina eşkere ya mafê jiyanê û rûmeta mirovî ye, belkî netîtina eşkere ya yasayên navnetewî û pirensîpên mafê mirovî nîşan dide. Pêwîst e civaka navnetewî bi van binpêkirinên sîstematîk bertekê nîşan bide û misoger bike ku dadperweriya ji bo qurbaniyan û malbatên wan bi rê ve diçe. Ev ne tenê karesatek e, di heman demê de hişyariyeke cidî bo me hemûyan bo rawestan li dijî zilmê û pêşxistina mafê mirovî ye.

Hengaw agehdar bûye ku sizayê darvekirina Nasîm Nemazî bi awayekî demkî hatiye ragirtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, saziyên ewlehiyê ji malbatên van girtiyan re ragihandine ku termê van sê girtiyan radestî wan nayê kirin.

Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî, Rehman Perhazû, Mensûr Resûlî û Nesîm Nemazî di meha Şibata 2022an de ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serperestiya dadwer Necefzade bi tohmeta sîxûrîkirin û hevkarîkirin digel Îsraîlê bi darvekirinê hatibûne sizadanê.


Di vî warî de zêde bixwînin