Du kolber bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin

Du kolberên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên Kawe Mihemedî û Yûsif Çîçweran bi teqeya rastera

29 December 2023 14:17

 

Hengaw; Înê 29ê Kanûna 2023an

Du kolberên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên Kawe Mihemedî û Yûsif Çîçweran bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî yên cihgir li ser sînorê Banê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 28ê Kanûna 2023an, Kawe Mihemedî û Yûsif Çîçweran, kolberên xelkê bajarê Seqizê bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî li sînorê "Hengejale" yê Banê hatine birîndakirin.

Hengawê zaniye ku ev du kolberên han ji aliyê ran û lingên xwe ve bi çeka saçmeyî bûne armanca gulleyan û ji bo tedewiya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin