Sizayê darvekirina Nesîm Nemazî hate cîbicîkirin

Sizayê darvekirina Nesîm Nemazî girtiya Azerî ya xelka Urmiyê di girtîgeha navandî ya vî bajarî de hate cîbicîk

30 December 2023 09:21

 

Hengaw; Şemî 30ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina Nesîm Nemazî girtiya Azerî ya xelka Urmiyê di girtîgeha navandî ya vî bajarî de hate cîbicîkirin. Duh şev sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd bi navên Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû di girtîgeha navendî ya vî bajarî de hate cîbicîkirinê. Ev girtiyên hanê beriya niha bi tohmeta “sîxurtîkirin bo Îsraîlê” bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înî 29ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina Nesîm Nemazî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate cîbicîkirin. Nesîm Nemazî roja borî bo odeya takekesî ya girtîgha navendî ya Urmiyê hatibû veguhestin.

Sizyayê sê girtiyên siyasî yên Kurd û xelkê bajarê Urmiyê bi navên Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû li girtîgeha navendî ya vî bajarî duh şev demjimêr 11ê şevê hate cîbicîkirin.
Hejayî gotinê ye ku Dezgeha Dadwerî ya Îranê bi awayekî resmî nûçeya darvekirina van 4 girtiyên siyasî piştrast kiriye.

Sizayên van girtiyane çend roja beriya niha ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Îranê ve hatibû pejirandin û sizayê darvekirina Mensûr Resûlî jî piştî pêdaçûnkirinê bi girtîgeha heta hetayî hatiye kêmkirin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, darvekirina van girtiyên siyasî bi tundî şermezar dike û vê kiryare ne tenê binpêkirina eşkere ya mafê jiyanê û rûmeta mirovî, belkî netîtina eşkere ya yasayên navnetewî û pirensîpên mafê mirovî nîşan dide.

Hengawê beriya niha li gor çavkaniyeke agehdar diyar kiribû, ku saziyên ewlehiyê ji malbatên van girtiyan re ragihandine ku termê van sê girtiyan radestî wan nayê kirin.

Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî, Rehman Perhazû, di meha Şibata 2022an de ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serperestiya dadwer Necefzade bi tohmeta sîxûrîkirin û hevkarîkirin digel Îsraîlê bi darvekirinê hatibûne sizadanê.


Di vî warî de zêde bixwînin