Sê kolber bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin

Sê kolberên Kurd yên bi navên Mehdî Sîmayî, xelkê bajarê Seqizê, Arman Mihemedî, xelkê bajarê

30 December 2023 17:18

 

Hengaw; Şemî 30ê Kanûna 2023an

Sê kolberên Kurd yên bi navên Mehdî Sîmayî, xelkê bajarê Seqizê, Arman Mihemedî, xelkê bajarê Sine û Mêhran ê xelkê Kamêranê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî yên cihgir li ser sînorê Banê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 29ê Kanûna 2023an, Mehdî Sîmayî, kolberê temen 21 salî yê xelkê bajarê Seqizê bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî li sînorê "Hengejale" yê Banê ji aliyê lingê xwe ve hate birîndakirin.

Herwisa, roja Pêncşemî 28ê Kanûnê jî, du kolberên temen 34 salî yên bi navên Arman Ehmedî, xelkê Sine û Mêhran (paşanvê wî nediyar e), xelkê Kamêranê li ser sînorê "Hengejale" yê Banê hatine birîndarkirin.

Arman Mihemedî, ji ber kûrahiya birînên xwe, ji bo tedewiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhestin û rewşa tendirustiya du kolberên dinê bi baş hatiye ragihandin.


Di vî warî de zêde bixwînin