Sine; Seywan Îbrahîmî mamosteyê zimanê Kurdî hate girtin û bo girtîgehê hate veguhetin

Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Desteya Birêveberiya Encumena Çandî_Ci

30 December 2023 19:05

 

Hengaw; Şemî 30ê Kanûna 2023an

Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Desteya Birêveberiya Encumena Çandî_Civakî ya "Nûjîn"ê, ji bo birêvebirina sizayê yek sal girtîgehê, hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhestin. Navbirî beriya niha di du dosyeyên cuda de li pey hev bi 11 û 1 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 30ê Kanûna 2023an, Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî piştî gazîkirin ji aliyê Birêvebirina Sizayan a Dadgeha Sinê ve hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê yek saliya girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhestin. Sizayê wî yê 11 sal girtîgehê di dosyeyeke dinê de li Dadgeha Pêdeçûnê ye û hekî sizayê navbirî were pesendkirin 10 sal ji vî hukmê jî dê were cîbicîkirin.

Di meha Kanûna îsal de, Seywan Îbrahîmî, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta "pêkanîna deste û girûp bi mebesta têkdana ewlehiyê" bi deh sal girtîgehê û bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" bi selek girtîgehê û bi giştî bi 11 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Seywan Îbrahîmî, di meha Tebaxa îsal de jî, di dosyeyeke dinê de, ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Sizayan a Sinê bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî" bi salek girtîgeh, dûrxistin û 40 derbên qamçiyan hatibû sizadan. Roja 2ê Kanûna îsal, sizayê girtîgeh û qamçiyên navbirî di Dadgeha Pêdeçûnê de hate pesendkirin û sizayê dûrxistana wî bo girtîgeha "Dîzilava" ya Kirmaşanê hate hilweşandin.

Seywan Îbrahîmî, beriya niha di rûpela xwe ya taybetî de, sedemên dayîna van sizayan bi "berpirsyaretî di Encumena Nûjîn û çalakiyên vê encumenê", "piştevaniya ji berxwedana hevjîna xwe, Zara Mihemedî”, “weşandina wêneyên şehîdan li ser torên civakî” û herwisa “pêwendiya bi kanaleke bi navê Kurd TV re” daye zanîn.Navbirî gotibû ku haya wî ji hebûna kanaleke bi vî navî nîne.

Ev endamê desteya rêveberiya Encumena Çandî û Civakî ya Nûjînê, roja Çarşemî 18ê Çileya 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin. Navbirî di dawiyê de, roja Duşemî 13ê Şibata îsal, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Sinê hatibû berdan.

Beriya niha jî, Seywan Îbrahîmî, roja 3ê Çileya îsal, dema ku ji bo lipeyketina dosyeya hevjîna xwe, Zara Mihemedî serdana Dadgeha Şoreş a Sinê kiribû, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja 5ê Çileyê, bi danîna barimteyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin