Girtyekî Kurd ê xelkê bajarê Îlamê di girtîgeha Qizilhesarê de hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Ebdel Şawalî, xelkê bajarê Sîrwanê yê girêdayî Îlamê,

30 December 2023 21:02

 

Hengaw; Şemî 30ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Ebdel Şawalî, xelkê bajarê Sîrwanê yê girêdayî Îlamê, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi Îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha Qizilhesarê de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 30ê Kanûna 2023an, Ebdel Şawalî, girtiyê 39 salî û xelkê gundê "Îslamiye" yê ser bi bajarê Sîrwanê yê girêdayî parêzgeha Îlamê di girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê de hate darvekirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, ev girtiyê han ku bavê keçeke biçûk bûye, ji 5 sal beriya niha ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Heta belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina Ebdel Şawalî di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin