Kolberekî Kurd li ser sînorê Banê ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve hate kuştin

Kolberekî ciwan yê bi navê Ehmed Sadiqî û xelkê bajarê Seqizê, bi teqeya rast

31 December 2023 09:31

 

Hengaw; Yekşemî 31ê Kanûna 2023an

Kolberekî ciwan yê bi navê Ehmed Sadiqî û xelkê bajarê Seqizê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikêmetê li ser sînorê Banê hate kuştin. Bi vî awayî, hejmara kolberên ku di heyama kêmtir ji 10 mehan de li ser sînorê Banê hatine kuştin, giha bi 18 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 30ê Kanûna 2023an, Ehmed Sadiqî yê xelkê gundê "Qebaxlû" yê girêdayî bajarê Seqizê li sînorê "Hengejale" yê Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Ehmed Sadiqî 32 salî û bavê kurekî 9 salî bûye. 

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, Ji despêka sala Rojî ve heya niha, herî kêm 18 kolber li ser sînorê Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin