Rapora salane ya Hengawê derbarê rewşa mafê mirovî li Îranê di heyema sala 2023an de
Hengaw: Di dawiya sala Zayînî ya 2023an de, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê rapora xwe ya amarî derbarê mafê mirovî û z
Hengaw; Yekşemî 31ê Kanûna 2023an
Hengaw: Di dawiya sala Zayînî ya 2023an de, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê rapora xwe ya amarî derbarê mafê mirovî û zêdebûna binpêkariyên mafê bingehîn ên hevwelatiyan li Îranê belav dike.
Pêka belgeyên di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatinî tomarkirin, di heyama sala 2023an, aliyê kêm 816 girtî hatine darvekirin, 333 kolber hatine kuştin û birîndarkirin û 27 hevwelatî jî bûne qurbaniya mîn û madên teqemeniyê. Herwisa 34 girtî di girtîgehên Îranê de canê xwe ji dest dane û 2,342 hevwelatî jî ku nasnameya wan hatiye piştrastkirin, hatine girtin. 21 çalakvanên siyasî û hewelatiyên nerazî bi îdamê hatine sizadan û 547 çalakvan jî bi gelemperî bi 2 hezar û 94 sal û 9 meh girtîgeha birêvebirinê, 94 sal girtîgeha ragirtî û 2,547 derbeyên qamçiyan hatine sizadan. Herwisa aliyê kêm 122 jin ji aliyê kesên nêzî malbatên xwe ve hatine kuştin.
Amarên binpêkirina mafê mirovî ku ji aliyê Saziya Mafê mirovî ya Hengawê ve hatine pêşkêşkirin, rewşa kirîzî ya mafê mirovî li Îranê nîşan dide. Bidarvekirina hejmareke zêde ji girtiyan, girtina serberedayî û zêdebûna tundûtîjiyê li dijî tex û qatên lawaz ên civakê, di nav de kolber û çalakvanên medenî, dîmeneke dilêş a binpêkirinên berfireh ên mafê mirovî pêşkêş dike. Herwiha cudatiya neteweyî û olî û armanckirina çalakvanên siyasî û medenî, nebûna dadwerî û azadiya derbirînê nîşan dide. Ev rewşe daxwaz dike ku civaka navdewletî û demûdezgehên berevankarê mafê mirovî, bal û givaşên xwe ji bo çaksaziyên bingehîn li gor doktorîna “berpirsiyariya parastina” mafê hevwelatiyên Îranê zêdetir bikin.
Komara Îslamî di derbarê jinan de siyasetekê bi rê ve dibe ku tê de binpêkirina sîstematîk a mafê jinan û kêmîneyên zayendî, ne tenê di warê siyasî û pêwendiyên dasthilatdariyê de, belkî di warê civakî de jî jiyana wan bê nirx kiriye. Kuştina jinan hêsan e. Kuştina jinan buhayek nîne, kuştina jinan bi palderiya dijefemînîstî û namûsane têkiliyên Komara Îslamî xurtir dike. Komara Îslamî bi xwe mijûlê kuştina jinên hikûmetê ye. Komara Îslamî çalakiyên jinan di vî warî de pir buha dike. Ji ber vê yekê amara jinkujiyê di rastiyê de ji ya ku em di nûçe û medyayan de dibînin pir zêdetir e. Hengaw li hember normalîzekirina kuştina jinan di civakê de û di heman demê de girtin û îşkenceya berbelav ya çalakvanên ku ji bo dîtina tuntûtîjiya rêkxistinkirî ya zayendî çalakiyan dikin, hişdariyê dide. Hengaw herwiha hişyariyê dide ku nebûna amarên belgekirî derbarê asta tundûtîjiya siyasî û civakî ya li dijî kêmîneyên zayendî li Îranê gelek nîgeranker e.
Di rojên bê de Hengaw dê derbarê her yek ji van mijaran bi şêweyên cuda raporan belav bike.
Birêveçûna sizayê darvekirina aliyêm 823 girtiyan
Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amarî û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2023an de aliyê kêm 823 girtî di girtîgehên cuda yên Îranê de hatine darvekirin ku nasnameya tevaw a 667 kesan ji aliyê Hengawê ve hatiye piştrastkirin.
Ji gelempera girtiyên ku hatine darvekirin, 31 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî, olî û beşdarîkirin di nerizayetiyan û tevgera Jin Jiyan Azadî û Xezelwera sala 1398an a Rojî de hatiye zanîn ku 9 kes ji wan girtiyên Kurd bûne.
Li gorî belgeyên Hengawê, di sala borî de aliyê kêm sizayê îdama 179 girtiyên Belûç bi beranberê %21.5 ji gelempera îdamiyan, 151 girtiyên Kurd li beranberê %18.5 ji gelempera kesên hatinî darvekirin e. Herwisa 54 girtiyên Tirk, 48 girtiyên Lor û 28 girtiyên Efxanî hatine darvekirin.
Herwiha sala borî herî kêm 22 jin û 5 zarokên tohmetbar ku li jêr 18 saliyê de rastî tawanan hatibûn, di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine bidarvekirin.
Di sala borî de zêdetirîn girtî bi tohmeta madên hişber hatine îdamkirin. Sizayê 468 girtiyan ku beranberî %57 ji gelempera amarê ye, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi rê ve çûye. 284 girtî jî bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatine darvekirin.
Kuştin û birîndarbûna aliyê kêm 333 kolber
Pêka beleyên Hengawê, di sala 2023an a Zayînî de, kuştina kolberan pêka salên dinê bi awayekî berçav bilind bûye û bi şêweyekî ku 41 kolber û kasibkar hatine kuştin û aliyê kêm 292 kober jî hatine birîndarkirin.
Ji gelempera kolberên ku bûne qurbanî %86.5 (27 kuştî û 259 birîndar) bi gulleyên rasterast ên Komara Îslamî hatine kuştin yan birîndarkirin û yên dinê jî bi sedema teqîna mînan yan bûyerên sirûştî wek rabûna reniyê û sir û seqemê bûne qurbanî.
Herwisa, kolberek 16 salî bi teqeya rasterat a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin û 25 nûciwanên kolber jî di sala 2023an de hatine birîndarkirin.
Zêdetirîn kolber ku dibe 179 kolber li ser sînorê parêzgeha Sinê bûne qurbanî û piştî vê yekê li ser sînorê Kirmaşanê 138 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.
Teqîna mînê
Di heyama sala 2023an de, herî kêm 27 hevwelatî li Îranê bi sedema teqîna mîn û teqemeniyên bermayî yên şerê Îran û Iraqê bûne qurbanî ku 26 kes ji wan welatiyên Kurd û welatiyekî Ereb jî li bajarê Şûşê bûne qurbanî.
Ji 27 qurbaniyên mînan herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û piraniya qurbaniyan bi 14 haletan ji welatiyên asayî û 12 kes jî karker û kolber bûn. Herwiha hêzeke leşkerî yê Komara Îslamî ya Îranê qurbaniya teqîna mînê bû.
Li gorî vê raporê, sala borî herî kêm 4 zarok û jinek bûne qurbaniyên mînan, ku ev yeka beranberê &18.5 ji ya hemû qurbaniyên mînan li Îranê ye.
Rewşa girtiyan di sala borî de
Di sala 2023an de herî kêm 34 girtî di girtîgehên Îranê de canê xwe ji dest dane ku 11 kes ji wan di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane. Ji 11 girtiyên ku di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane, 8 ji wan Kurd, 2 Belûç û yek jî Lorê Bextiyarî bû.
Herwiha 7 girtiyan ji ber nebûna lênihêrîna pizîşkî û dereng veguhastin ji bo navendên pizîşkî û jehrîbûn, xwekuştin û şer bi girtiyên dinê re jiyana xwe ji dest dane.
Zêdetirî %27 ji girtiyên ku di heyama sala borî de canê xwe ji dest dane wate 9 kes girtiyên siyasî bûne ku 5 kes ji wan Kurd û 2 kes Belûç û du girtî jî Lorên Bextiyarî û Gîlek canê xwe ji dest dane.
Girtina neyasayî û serberedayî û piştraskirina nasnameya 2,342 kesan
Pêka belgeyên tomarkirî di Navenda Amra û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di sala 2023an de aliyê kêm 2,342 hevwelatî ku nasnameya tevaw a wan ji aliyê Hengawê ve hatiye piştrastkirin, ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin.
Ji gelempera kesên hatinî girtin 1025 kes wate %42 ji hevwelatiyên Kurd û 607 kes wate %26 ji hevwelatiyên Belûç bûne. Herwisa 94 hevwelatiyên Lor û 87 hevwelatiyên Tirk di sala borî de hatine girtin.
Herwiha 214 zarok û nûciwanên bin 18 saliyê hatine girtin ku 142 ji wan hevwelatiyên Belûç, 54 Kurd û 16 kesên dinê jî xelkê navçeyên din ên Îranê ne.
Ji gelempera girtiyan 323 jin, 63 mamosteyên dibistanê û mamostayên zanîngehê, 45 xwendekar û 109 endamên malbatên dadxwaz in.
Di heyama sala borî de herî kêm 184 çalakvanên olî hatine binçavkirin ku 90 kes ji wan çalakvanên Behayî bûn û yên dinê çalakvanên Sune li Sine, Ehwaz, Belûçistan û çend welatiyên Xirîstiyanî, Cihû û Yarsan jî hatine girtin.
Ji bo 21 çalakvanên siyasî cezayê darvekirinê û ji bo 547 çalakvanên siyasî, olî û medenî jî cezayê girtîgehê û qamçiyan hatiye birîn
Di sala 2023an de herî kêm 568 çalakvanên siyasî, olî û medenî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine dadgehkirin û bi girtîgeh, îdam û lêdana qamçiyan hatine sizadan. Ji vê hejmarê 21 kes bi darvekirinê hatine sizadan.
Ji gelempera 21 hevwelatiyên ku bi îdamê hatine sizadan, 2 kes ji wan ku girtiyên Gîlekî bûne yên bi navên “Mehdî Mihemedîferd û Cewad Rûhî”, sizayê wan ji aliyê Dîwana Bilind ve heta hilweşandin û Cewad Rûhî piştre bi awayekî şik û gumanê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Ji 18 girtiyên dinê herî kêm 7 girtiyên siyasî yên Kurd in ku bi darvekirinê hatine sizadan. Girtiya siyasî ya Tirk Nesrîn Nemazî jî ku bi darvekirinê hatibû sizadan û cezayê wê di rojên dawî yên sala 2023an de bi rê ve çû.
Herwiha 13 kes ji girtiyan bi tohmeta beşdarîkirin di tevgera “Jin Jiyan Azadî” de bi darvekirinê hatine sizadan ku sizayê du kes ji wan hatiye hilweşandin û sizayê 6 kesên dinê jî bi rê ve çûye.
Li gorî belge û amarên tomarkirî li Hengawê, herî kêm 547 çalakvanên siyasî, medenî û olî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgeh, lêdana qamçiyan û bêparkirina civakî hatine sizadan. Zêdetirî %40 ji wan çalakvanên ku bi girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine sizadan welatiyên Kurd bûne, ku 216 kes in. 104 kes ji kêmîneyên netewî û etnîkî ji wan welatiyên Tirk ên Azerî, Belûç, Ereb, Lorên Bextiyarî û Gîlak jî bûne. Herwiha di nav kêmîneyên olî de zêdetirîn amar bi 64 haletan welatiyên Behayî bûne.
Ev 547 çalakvan di gelemper de bi tohemetên çalakiyên siyasî, olî, medenî, jîngehparêzî û sendîkayî bi 2,094 sal û 8 meh girtîgehê hatine sizadan û 50 kes ji wan tevî 37 çalakvanên Kurd bi giştî bi 2,547 lêdana qamçiyan hatine sizadan. Herwiha 30 kes ji wan ji bilî sizayê girtîgeha teizîrî û qamçiyan bi giştî bi 94 sal girtîgeha ragirtî jî hatine sizadan.
Di heyama sala 2023an de, herî kêm 5 zarok ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê û lêdana qamçiyan hatine sizadan, ku hemûyê wan jî welatiyên Kurd bûne û 144 jin jî bi girtîgeh û qamçiyan hatine sizadan, ku beranberê %25.5 ji hemû çalakvanan in, ku bi girtîgeh û qamçiyan hatine sizadan
Di sala borî de 122 jin hatin kuştin
Pêka belgeyên tomarkirî di Navenda Amra û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di sala 2023an de aliyê kêm kuştina 121 jinan di tevahiya Îranê de hatiye tomarkirin ku 39 halet ji wan beranberî %32 ji wan hin qetil bûne ku di bin navê namûsiyê de hatine encamdan
Li gorî vê amarê, zêdetirîn jin di parêzgerhên Tehran, Elborz, Urmiye, Kirmaşan û Farsê de hatine kuştin.
Herwisa zêdetirîn jinên ku hatine kuştin ji aliyê hevjîn, hevjînên wan yên berê, bav, bira û kesên din ên endamê malbatê ve hatine kuştin.