Rapora mehan ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îran li Çileya 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî

06 February 2024 10:36

 

Hengaw; Sêşemî 6ê Şibata 2024an

 

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Çileya 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina jinekê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Herwisa 12 çalakvanên jin hatine girtin û 17 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi lêdana qamçiyan û girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 9 haletên xwekujiya jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha borî de (meha Çileya 2024an) aliyê kêm sizayê darvekirina jinekê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Sala borî jî 22 jin li Îranê hatibûne darvekirin.

Li gorî vê raporê, roja 31ê Çileya 2023an, sizayê darvekirina jineke xelkê bajarê Sebzewar ê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî ya bi navê “Zehra Nezariyan”, li girtîgeha navendî ya vî bajarî bi rê ve çû. Ew berê ji ber kuştina hevjînê xwişka xwe hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Li gorî yasayên desthilatdarî li Komara Îslamî di derbarê jinan de, jin li Îranê ne tenê xwediyê ti cure yasayên parastinê yên girêdayî tundûtîjiya nav malbatê nînin, belkî xudê nivîsa yasayê çarçoveya hemû cureyên tundûtîjiyê ji wan tundûtîjiyên fîzîkî, laşî, aborî û derûnî ya li ser jinê çê kiriye.

 

Girtina 12 jinan di meha Çilaya 2024an de

Pêka belge û amara Hengawê, di heyama meha Çileya 2024an de, aliyê kêm 12 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku 6 kes ji wan hevwelatiyên Tirk û xelkê Selmasê bûne ku di meşa nîşandana nerazîbûna li hemberî lêkevtên jîngehparêzî yên kargeheke xwê hatine girtin. Herwisa xwendekarek, mamosteyeke zanîngehê, parêzerek û çalakvaneke Behayî û çalakvaneke mezhebî ya Kurd di meha borî de hatine girtin.

Sorna Elîpûr ji Şîrazê, Nesrîn Ebdulahî ji Banê, Nîlofer Sadat Haşimiyan ji Simnanê, Someyê Elîpûr, Êlnaz Elîpûr, Seîde Ehmedî, Letîfe Mewlayî, Rebab Elîpûr û Sûsen Mewlayî, hemû ji Selmasê, Azîta Ferûxî Sadat ji Meşhedê, Ayat Obeyat ji Hemdiyê û Tîna Dilcû ya xelka Reştê ku ji wan jinan bûne ku di meha Çileyê de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

 

Derçûna sizayê girtîgehê ji bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Çileya 2024an de, herî kêm 17 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê bi sizayê girtîgehê hatine mehkûmkirin ku di nav wan de Nergis Mihemedî ya xwediyê xelata Nobelê ya Aştiyê li sala 2023, Gulale Wetendost a parêzera Kurd û çalakvana warê mafên jinan û Meryem Ekberî Monferdî ya girtiya siyasî li girtîgeha Êvînê hene.

Pêka vê raporê, ev 17 çalakvanane bi giştî bi 50 sal û 7 meh û 20 roj girtîgehê hatine sizadan û Firşte Mehdewî ya xelka Gorganê tevî sizayê girtîgehê bi 50 derbe qamçî jî hatiye sizadan.

1- Meryem Ekberî Monferdî ya xelka Tehranê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

2- Mehnaz Terah ya xelka Tehranê bi 4 sal û 4 meh girtîgehê hatiye sizadan.

3- Zeyneb Xeniyapûr ya xelka Bêhbehanê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

4- Ferzane Berzêkar ji dayîkên dadxwazan ya xelka Amolê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

5- Nîrvana Torbarînijad nûciwana 17 salî ya xelka Gorganê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

6- Firişte Mehdî ya xelka Gorganê bi 10 meh girtîgeh û 50 derbe qamçî hatiye sizadan.

7- Fatime Heqperest ya xelka Tehranê bi 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.

8- Mehhbûbe Bîgdilî ya xelka Geçsaranê bi 5 meh girtîgehê hatiye sizadan.

9- Nergis Mihemedî ya çalakvana xelka Zencanê bi salek û 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

10- Fatime Tedrîsî ya xelka Tehranê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

11- Meriyem Celalî Husênî ya xelka Tehranê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

12- Gulalê Wetendost ya xelka Merîwanê bi 6 sal û 7 meh û 20 roj girtîgehê hatiye sizadan.

13- Beyan Fereculahî ya xelka Sinê bi salekê girtîgehê hatiye sizadan.

14- Xezalê Zir`i ya xelka Xuremavayê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

15- Perîsa Salihî ya xelka Kerecê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

16- Meriyem Cewadî ya xelka Tehranê bi 5 sal û 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.

17- Beharê Şîrî ji dayîkên dadxwaz ya xelka Semîromê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

 

Jinkujî

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Çileya 2024an de, aliyê kêm 9 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku 7 ji wan ji aliyê kesên nêzî xwe ve ji wan hevjîn, kur û birayên xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 3 jin ji aliyê mêrê xwe, 2 jin ji aliyê birayên xwe, 2 jin ji aliyê kurên xwe û 2 jinên dinê jî ji aliyê kesên dinê ve hatine kuştin.

Herwisa 4 jin ji rêya xendiqandinê ve, 3 jin bikaranîna çekê û jinek jî bi derbeya kerpîç û kevir hatine kuştin û jinek din jî hatiye agirberdan.

Pêka vê raporê, aliyê kêm 6 jin beranberî 66.5 ji sedî jinên hatinî kuştin ji ber pirsgirêkên malbatî bûne. Herwisa yek din ji ber qetila namûsî û du jinên dinê jî ji ber dizîkirinê hatine kuştin.

 

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Tewrêzê: 3 halet

Parêzgeha Îlamê: 2 halet

Parêzgeha Farsê: 2 halet

Parêzgeha Gîlanê: 1 halet

Parêzgeha Teharnê: 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêralarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin