Sepandina tohmeta "bexî" bi ser Pexşan Ezîzî de û egera sizayên giran li dijî vê rojnamevanê

Pexşan Ezîzî ya rojnamevan, hevkara civakî û girtiya siyasî ya Kurd ji aliyê Dezgeha

13 February 2024 15:43


Hengaw; Sêşemî 13ê Şibata 2024an

Pexşan Ezîzî ya rojnamevan, hevkara civakî û girtiya siyasî ya Kurd ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, tohmeta "bexî" bi ser de hate sepandin. Ev tohmete nîgeraniya wê yekê li pey xwe aniye ku bibe sedema sepandina sizayê darvekirina navbirî.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dema dawiyê de Pexşan Ezîzî ku derçûya beşa hevkariya civakî ye ji aliyê Taya 5 a Lêpirsîna Dadseraya Ewlehî ya Êvînê ve, bi tohmeta "bexî" bi rêya endametî di girûpên dijberî hikûmetê de hatiye sizadan.

Pexşan Ezîzî ku heyama 193 roj di girtîgehê de ye ji mafê xwe yê here sereke wek destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin û bin zext û îşkencê de hatiye ragirtin.

Çalakvana hanê roja Duşemî 11ê Kanûna 2023an, ji benda 209 a girtîgeha Êvînê, bo benda jinan a vî girtîgehê hatibû veguhestin.

Navbirî 4ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li şehreka Xerazî ya Tehranê hatibû girtin.

Hengawê berê li gorî çavkaniyeke agehdar nivîsîbû ku, bi wê girtiya siyasî ya berê re, çend kes ji endamên malbata navbirî jî hatibûne girtin ku ew piştî çend rojan hatibûne berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî bidarvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dan.


Di vî warî de zêde bixwînin