Deqa nameya komek ji malbatên dadxwaz ên tevgera Jin Jiyan Azadî li Kurdistanê bo Konferansa ewlehî ya Monîxê

Aliyê kêm 15 malbatên dadxwaz ên Kurdistanê di nameyeke hevbeş de bi rêya

20 February 2024 19:49

 

Hengaw; Sêşemî 20ê Şibata 2024an

Aliyê kêm 15 malbatên dadxwaz ên Kurdistanê di nameyeke hevbeş de bi rêya Mesîh Elînijad re daxwaz ji konferansa Monîxê kirine ku: "Helwêsta xwe ya cidî û rohn li hember bidarvekirinan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve û terorîzma dewletî li Îranê hebin".

Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî di peyameke cuda de daxwaz kiriye ku civaka navdewletî bê agehdarkirin ku malbata Jîna Emînî piştî wegirtina xelata Zaxarovê, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve çûna bo derveyê Îranê ji wan hatiye qedexekirin.

Di dema konferansa ewlehî ya Monîxê de ku di rojên derbasbûyî de hate lidarxistin, Komara Îslamî nehate vexandin û ji lîste hate dûrxistin. Mesîh Elînijad ku wek çalakvana mafê mirovî û rojnamevan di penêla “Serhilder”ê de hatibû bangkirin, di vê penêlê de amaje bi peyama malbatên Kurdistanê kir û got, “her çend ku wan xweştiviyên xwe ji dest dane, lê niha jî daxwaza bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran dikin."

Di vê nameyê de herwiha behsa kuştina 7 girtiyên siyasî yên Kurd hatiye kirin ku di hefteyên borî de bi tohmeta hevkarîkirin bi Îsraîlê re hatine darvekirin û herwiha behsa vê yekê jî kirine ku heta termê wan girtiyên siyasî jî radestî malbatên wan nehatine kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Mesîh Elînijad di raporta ku li ser vê bûyerê li ser rûpelên xwe yên torên civakî belav kiriye, ragihandiye ku wê peyama van malbatên dadxwaz ên Kurdistanê bi nûnerên welatên cuda re gihandiye, nemaze bi nûnerên Yekîtiya Ewropayê re.

Tevahiya deqa nameya 15 malbatên dadxwaz ên şoreşa Jin Jiyan Azadî ku gihaye destê Hengawê, wiha ye:

Eva peyama beşek ji malbatên dadxwaz ên Kurdistanê ye ji Îranê ve bo konferansa Monîxê. Em di demekê de dilxweş in ku konfransa Monîxê ya îsal Komara Îslamî bang nekirine, em di pêş de dixwazên ku bala civaka navdewletî bikşînin ser pêla bidarvekirinan li Îranê.

Komara Îslamî piştî serkutkirina şoreşa Jînayê li şeqaman, di bin siya bêdengiya cîhanê de di halê kuştina bêrawestan a xelkê li Îranê û bi taybetî li Kurdistanê ye. Divê civaka navdewletî bi kiryra helwêsta cidî û rohn hebe û bi eşkere li hember Komara Îslamî helwêstên xwe nîşan bide. Duyem, em wek malbatên dadxwaz ên Kurdistanê ku piraniya me, zarokên wan ji aliyê Spaha terorîstî ve hatine kuştin, daxwaza nîşandana bertekên micid ên saziyên navdewletî bi vê terorîsma dewletî re dikin.

Komara Îslamî ya Îranê di vê dawiyê de çend girtî ji wan 7 girtiyên siyasî yên Kurd bi tohmetên derewîn ên bi hevkarîkirina Îsraîlê re kuştine; heta termên van xweştiviyan jî radestî me nekirine, êdî ji bo ku cîhana demokratîk mîna me malbatên dadxwaz yekgirtî li dijî vê nîzama xwînmij raweste, divê çi were kirin?

kesên ku name wajokirine:

1_ Ezîme Hesenzade, dayîka Mihemed Hesenzade

2_ Sahîbe Weysî, dayîka Peyman Mînberî

3_ Fatime Murtezewî, dayîka Dariyûş Elîzade

4_ Seher Zendî, dayîka Ariyan Xweşguwar

5_ Merziye Rizayî, dayîka Muhsên Niyazî

6_ Kelsûm Şaweysî, dayîka Aram Hebîbî

7_ Arizû Husênî, dayîka Hûmen Ebdulahî

8_ Haşim Saidî, bavê Sarîna Saidî

9_ Qedemxêr Mîrzayî, dayîka Yehiya Rehîmî

10_ Îran Qurbanî, hevjîna Hebîbulah Fethî

11_ Nesrîn Ehmedî, dayîka Zaniyar Elahmuradî

12_ Soyîbe Emînî, dayîka Mihemed Şerîetî

13_ Fatime Şerîfî, dayîka Şaho Behmenî

14_ Ayşe Emînî, dayîka Mihemed Emînî

15_ Fatime Hekîmî, dayîka Îsa Bîglerî


Di vî warî de zêde bixwînin