Şino; Pênc welatiyên Kurd hatine girtin û bo girtîgehê hatine veguhestin

Behmen Mehmûdî Azer, Yeiqûb Mehmûdî Azer, Yûsif Rehmanî, Pîrot Tabnak û Muhsên Ezîz

31 December 2023 16:32

 

Hengaw; Yekşemî 31ê Kanûna 2023an

Behmen Mehmûdî Azer, Yeiqûb Mehmûdî Azer, Yûsif Rehmanî, Pîrot Tabnak û Muhsên Ezîzî, welatiyên xelkê bajarê Şinoyê, ji bo birêvebirina sizayê bi ser van de hatî sepandin, hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 30ê Kanûna 2023an, Behmen Mehmûdî Azer, Yeiqûb Mehmûdî Azer, her yek ji bo birêvebirina sizayê 7 sal girtîgeha bi ser wan de hatî sepandin, Muhsên Ezîzî û Pîrot Tabnak, her yek ji bo birêvebirina sizayê 2 sal girtîgehê û Yûsif Rehmanî, ji bo birêveirina sizayê 2 sal û 5 meh girtîgehê, piştî gazîkirin ji bo Taya Birêvebirina Sizayan a Dadgeha Şinoyê, li wir hatine girtin û piştre bo girtîgeha vî bajarî hatine veguhestin.

Di destpêka meha Kanûna îsal de, Behmen Mehmûdî Azer, xelkê bajarê Şinoyê û Yeiqûb Mehmûdî Azer, xelkê gundê "Sîngan"ê yê ser bi vî bajarê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şoniyê ve bi serokatiya dadwer Mehdî Rizayî, her yek ji wan bi 7 sal girtîgehê, herwisa Pîrot Tabnak yê xelkê gundê Sînganê yê girêdayî bajarê Şoniyê û Muhsên Ezîzî, xelkê vî bajarî, her yek ji wan bi 2 sal girtîgehê û Yûsif Rehmanî, xelkê gundê "Xorişt" ê ser bi Şinoyê bi 2 sal û 5 meh girtîgehê hatine sizadan.

Hengawê berê li gorî çavkaniyeke agahdar, nivîsîbû: Dadgeha Şoreş a Şinoyê, ev welatiyên han bi tohmetên weke "endametî di Hizba Demokrat a Kurdistan Îranê de û hevkarîkirin digel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi girtîgehê siza dane.

Sibêdeha roja Çarşemî 13ê Tîrmeha 2022an, Yûsif Rehmanî û Muhsên Ezîzî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îsalmî ya Îranê ve di malên xwe de hatibûne girtin. Yûsif Rehmanî, roja 17ê Tebaxê û Muhsên Ezîzî, Yekşemî 24ê Tîrmehê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî li girtîeha Şinoyê hatibûne berdan.

Yeiqûb Mehmûdî Azer û Behmen Mehmûdî Azer, her du li roja 27ê Hezîrana 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û li pey hev di rojên 18ê û 4ê meha Tebaxa heman salê de, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê ji girtîgeha Şinoyê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin