Şût; Girtina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Şûtê yê bi navê Cemal Emûyî Mîlan ji aliyê hêzên ewlehî

01 January 2024 12:13

 

Hengaw; Duşemî 1ê Çileya 2024an


Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Şûtê yê bi navê Cemal Emûyî Mîlan ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 30ê Kanûna 2023an, Cemal Emûyî Mîlan yê welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Şûtê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îsalmî ya Îranê ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Cemal Emûyî Mîlan piştî girtinê ji bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin û lipeyketina malbata wî ji bo agehdarbûn ji rewşa navbirî bê encam bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derbarê sedemên girtina vî welatiyê Kurd û tohmetên bi ser de hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin