Hevdem digel şeşemîn roja gireva birçîbûnê Sizayê darvekirina Dawûd Ebdulahî girtiyê olî yê Kurd hate cîbicîkirin

Sizayê darvekirina Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, piştî derbaskirin

02 January 2024 11:13

 

Hengaw; Sêşemî 2ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, piştî derbaskirina 14 sal girtîgehê, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin. Meha derbasbûyî sizayê darvekirina Qasim Abeste û Eyûb Kerîmî, du ji hevdosyeyên vî girtiyê jî, hatibûne cîbicîkirin. Niha çar tohmetbarên dinê yên vî dosyeya hevpar di girtîgehê de ne û metirsiya cîbicîkirina sizayê darvekirina wan heye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 2ê Çileya 2024an, Dawûd Ebdulahî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê de hate darvekirin. Sizayê darvekirina vî girtiyê olî di demekê de hatiye cîbicîkirin ku 6 roj beriya niha û piştî ku bo odeya takekesî hatibû veguhestin, dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Cîbicîkirina sizayê darvekirina Dawûd Ebdulahî di demekê de ye ku, sibêdeha roja Çarşemî 29ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Eyûb Kerîmî û roja Yekşemî 5ê Mijdara 2023an, sizayê darvekirina Qasim Abeste, du girtiyên dinê yên olî yên Kurd û xelkê Mehabadê û hevdosyeyên Dawûd Ebdulahî, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatibû cîbicîkirin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî şermezarkirina darvekirina Dawûd Ebdulahî, radigihîne ku ev girtiyê han di proseyeke giştî ya nerohn, nedadperwer û neyasayî de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Dawûd Ebdulahî weke yek ji tohmetbarên dosyaya kuştina “Ebdulrehîm Tîna” digel Eyûb Kerîmî û Qasim Abeste, girtiyên ku hatine darvekirin û çar tohmetbarên dinê yên bi navên Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Xisrew Beşaret, Kamran Şêxe, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Meqîse”, bi tometên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî, çalakî li dijî hikûmetê, endamê girûpên Selefî û gendelî li ser erdê (ifsad fî erzê)” bi darvekirinê hatibûne cezakirin.

Ev girtiyên olî, di 7ê Kanûna 2009an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibûne veguhestin.

Kombûna pêdaçûn bi tohmetên van girtiyên olî yên Kurd di dawiya meha Adara 2016an de hate lidarxistin û cezayê wan di 25ê Gulana 2016an de bi fermî ji wan re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku hukmê navbirî di dawiya sala 2016an de, ji aliyê Taya 41a Dîwana Bilind a Îranê ve bi serokatiya dadwer Razînî hate redkirin û bi mebesta pêdaçûnê bo Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê hatibû şandin. Di Gulana 2018an de, Qasim Abestê û 6 hevdosyeyên din bi tohmeta "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) careke din ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Ev cezaye bi givaşên berdewam ên îdareya Îtilaata Urmiyê ji aliyê Taya 41 a Dadgeha Bilind ve hate pesendkirin û roja Duşemî 4ê Adara 2020an, bi awayekî fermî bi Mehmûd Welîzade Tebatebayî, parêzerê van heft girtiyên olî yên Kurd re hate ragihandin.

Ev girtiyên han ku di girtîgeha Gewherdeştê de dihatine ragirtin, roja 1ê Tebaxa îsal piştî valakirina vê girtîgehê, bo girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibûn veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin