Sizayê darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd hate cîbicîkirin

Sizayê darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên Wefa Azerbar, Mihemed Feramerzî, Muhsin Mez

29 January 2024 10:22

 

Hengaw; Duşemî 29ê Çileya 2024an

Sizayê darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên Wefa Azerbar, Mihemed Feramerzî, Muhsin Mezlûm û Pêjman Fatihî di girtîgeha Qizilhisara Kerecê de hatine cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr pêncê sibêdeha roja Duşemî 29ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên Muhsin Mezlûm yê temen 27 salî û xelkê Mihabedê, Mihemed (Hejîr) Feramerzî yê temen 28 salî û xelkê Dêwulanê, Wefa Azerbar yê temen 26 salî û xelkê Bokanê û Pêjman Fatihî yê temen 28 salî û xelkê Kamêranê di girtîgeha Qizilhisara Kerecê de bi rê ve çû.

Ev çar girtiyên siyasî roja Yekşemî 28ê Çileya 2024an, piştî 18 mehan girtîgehê karîn bo yekemîn car di girtîgeha Evînê de bi malbatên xwe re dawî hevdîtin kirin. Êvareya heman rojê ev çar girtî di bin rewşa tund a ewlehî de ji girtîgeha Evînê bo girtîgeha Qizilhisara Kerecê hatibûne veguhestin.

Hengaw tevî şermezarkirina darvekirina van 4 girtiyên siyasî yên Kurd radigihîne ku di dosiyeya wan girtiyane de pirensîbên herî kêm yên dadgeriyê li gor yasayên navxweyî jî nehatine berçavgirtin û tevî nerohnbûna dosiyeyaya wan girtiyane û piştrastkirina sizayê darvekirinê ji aliyê Diwana Bilind ve di demekê de bûye ku van girtiyane ji mafên pêwendîgirtin bi malbatên xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatibûne bêparkirin. Îdama bi bê berçavkirina van pirensîbên bingehîn, ne tenê kiryareke dije mirovî ye, belkî digel prensîbên navdewletî û peymanên mafê mirovî ku Îran jî tevlî bûye, nakok e.

Ev çar girtiyên siyasî 18ê Îlona 2023an ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serperştiya dadwer Îman Efşarî bi tohmeta "gendelî li ser erdê (Ifsad fî erz) ji rêya hevkarî û sîxurîkirin bo Îsraîlê"  bi darvekirinê hatibûne sizadan û ev sizaye di bêdengiyê de ji aliyê Taya 9 ya Dîwana Bilind ve bi serokatiya dadwer Qasim Mezînanî wek xwe hatibû piştrastkirin. Ev girtiyane herwisa ji ber "çêkirina girûp" her yek ji wan bi 10 sal girtîgehê û herwisa ji ber "endamên Komelê" jî, her yek ji wan bi 5 sal girtîgehê hatibûne sizadan.

Hejayî gotinê ye ku ev 4 endamên Partiya Komele ya Kurdistana Îranê, roja 23ê Tîrmeha 2022an li gundê "Îngîce" yê ser bi navçeya Soma û Biradosta Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin.

Partiya Komele ya Kurdistana Îranê bi weşandina daxuyaniyekê bi awayekî fermî îdiayên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bêbingeh bi nav kir û tekezî kir ku “senaryoyek wiha ji bo serkuta zêdetir a xelkê û xwenîşanderan hatiye pêşniyarkirine”.

Hêjayî gotinê ye ku ev çar girtiyên siyasî di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên tund hatibûn û neçar bibûn ku li hember kamerayê li dijî xwe îtirafa bizorê bikin ku piştre jî îtirafên wan ên bi zorê di medyayên Komara Îslamî ya Îranê de hatine belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin