Sizayê darvekirina Yûsif Ehmedî yê girtiyê siyasî yê Kurd ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin

Dîwana Bilind a Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, sizayê darvekirina Yûsif Ehmedî,

25 January 2024 13:27

 

Hengaw; Pêncşemî 25ê Çileya 2024an

Dîwana Bilind a Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, sizayê darvekirina Yûsif Ehmedî, girtiyê siyasî yê Kurd piştrastkir. Ev girtiyê siyasî çaremîn sala girtina xwe di girtîgehê de derbas dike.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de sizayê darvekirina Yûsif Ehmedî, girtiyê siyasî yê 38 salî û xelkê bajarê Banê ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye piştrastkirin.

Yûsif Ehmedî, berî niha ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve, bi serokatiya dadwer Seîdî bi tohmeta "bexî" bi rêya endametî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de bi îdamê hatibû sizadan.

Digel Yûsif Ehmedî, sê hevdosyeyên navbirî jî, ji aliyê vê dadgehê ve bi giştî bi 65 sal girtîgehê hatine sizadan. Mihemed Kerîmî bi tohmeta "alîkarîkirin bi bexî re" bi 25 sal girtîgeh û Basit Kerîmî û Mihemed Feyzî, bi tohmetên vî rengî (alîkarîkirin bi bexî re) her yek ji wan bi 20 sal girtîghê hatine sizadan.

Ev sizayên giran ên Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê li dijî Yûsif Ehmedî, Mihemed Kerîmî, Basit Kerîmî û Mihemed Feyzî roja 3ê Îlonê bi fermî ji wan re hate ragihandin. Ev girtiyên siyasî beriya niha ji aliyê saziyên ewlehî ve bi “hevkarîkirin bi Hizba Demkrat a Kurdistana Îranê re” hatibûne tohmetbarkirin.

Yûsif Ehmedî, Mihemed Kerîmî, Basit Kerîmî û Mihemed Feyzî di dema girtîgehê de rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatibûn û ji mafên xwe yên sereke wek destpêregihîştin bi parêzer hatibûne bêparkirin.

Yûsif Ehmedî roja Yekşemî 26ê Nîsana 2020an, bi awayekî hovane hatibû girtin û piştî derbaskirina heyameke zêde ji girtîgeha îdareya Îtilaata Sine bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhestin. Navbirî ji dema girtinê ve heya niha ji mafê mirexesiyê bêpar bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin