Sizayê darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin

Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî, 4 girtiyê

07 January 2024 11:06

 

Hengaw; Yekşemî 7ê Çileya 2024an

Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî, 4 girtiyên Kurd ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi îdamê hatine sizadan û dosyaya wan ji aliyê Taya 9ê ya Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin. Bi berçavgirtina rewşa niha ya Îranê û di halekê de ku ev girtiyene bi hevkarîkirin bi Îsraîlê re hatine tohmetbarkirin, jiyana wan di bin metirsiyeke cidî de ye. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Muhsin Mezlûm yê temen 27 salî û xelkê Mihabedê, Mihemed Feramerzî yê temen 28 salî û xelkê Dêwulanê,  Wefa Azerbar yê temen 26 salî û xelkê Bokanê û Pêjman Fatihî yê temen 28 salî û xelkê Kamiyaranê ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serperştiya dadwer Îman Efşarî bi darvekirinê hatine sizadan û ev sizaye di bêdengiyê de ji aliyê Taya 9ê ya Dîwana Bilind ve bi serokatiya dadwer Qasim Mezînanî wek xwe hatiye piştrastkirin.

Li gorî gotina çavkaniyên nêzîk bi malbatên girtiyan, malbarên wan girtiyane ji destpêka girtinê ve heya niha ti agehiyek derheq zarokê xwe nînin û heya niha ti hevdîtin an peywendiyên telefonî bi zarokên xwe re nebûne, herwiha parêzerê wan jî haya niha nekariye li ser dosyaya wan girtiyane kar bike.

Hengaw hewdem tevî hişdarîdanê derbarê metirsiya demûdest a cîbicîkirina sizayê îdama wan girtiyane, tekeziyê dike ku Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî, 4 girtiyên siyasî yên Kurd bi bê destpêragihîştina mafê herî kêm yê girtiyên siyasî, heyama salek û pênc meh û 15 rojan e di girtîgehên saziyên ewlehî de bin îşkence û zextên derûnî û fizîkî de hatine ragirtin.

Carek din Hengaw hişdariyê dide ku saziyên ewlehî bi lez û bez hewl didin ku sizayê darvekirina wan 4 girtiyên siyasî yên Kurd bi rê ve bibin û ev yeka hevdem ligel bilindbûna aloziyên bi Îsraîl re wek pêwîstiyek e ji bo propagendayên siyasî yên hikûmetê bî tewahî pêşbînîkirî xuya dike.


Di vî warî de zêde bixwînin