Rapora Hengawê li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina 5 girtiyên Kurd di yekemîn roja sala Zayînî de

Hevdem digel yekemîn roja sala nû ya Zayînî, sizayê dervekirina pênc girtiyên Kurd ên xelk

02 January 2024 16:05

 

Hengaw, Sêşemî 2ê Çileya 2024an

Hevdem digel yekemîn roja sala nû ya Zayînî, sizayê dervekirina pênc girtiyên Kurd ên xelkê parêzgeha Kirmaşanê ku beriya niha di dosyeyeke hevpar de bi tohmeta “dizîkirin bi çekê û rêgirîkirinê” bi îdamê hatibûne sizadan, di girtîgeha navendî ya Kerecê de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 1ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina pênc girtiyên Kurd ên bi navên Menûçêhr Uqabî, Dariyûş Şukirzade, Mesûd Rostemî, Navxas Melekî û Efşîn Mihemedî, li girtîgeha navendî ya Kerecê hate cîbicîkirin.

Hengawê zaniye ku Menûçêhr (Hucetulah Uqabî) û Navxas Melekî (Melekîzade) her du xelkê bajarê Şabadê û sê girtiyên dinê yên xelkê bajarê Kirinda Rojava û Bêstûnê bûne.

Malpera "Mîzan" a girêdayî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, di vê derbarê de nivîsandiye ku ev 5 girtiyane, beriya niha bi tohmetên weke “çend caran dizîkirin bi rêya çekê re, tundûtûjî, rêgirîkirin di parêzgeha Elborzê de û çend navçeyên dinê" bi îdamê hatibûn sizadan.

Hengawê zaniye ku ev 5 girtiyên han nêzî 10 sal berê niha hatibûne girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm sizayê darvekirina 823 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatinû cîbicîkirin ku 151 halet wate %18.5 ji gelempera wan girtiyan Kurd bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin