Pîranşar; Sadiq Mehmûdnijad hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin

Sadiq Mehmûdnijad, xwenîşanderê ku di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê

03 January 2024 10:05

 

Hengaw; Çarşemî 3ê Çileya 2024an

Sadiq Mehmûdnijad, xwenîşanderê ku di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê çavê xwe ve birîndar bibû û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan, hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgehê hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 2ê Çileya 2024an, Sadiq Mehmûdnijad yê xîzandar û bavê zarokekê û xelkê gundê "Ceran" ê ser bi bajarê Pîranşehrê, piştî gazîkirin ji bo Taya Birêveberiya Sizayan ya Dadgeha vî bajarî,  hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhestin.

Sadiq Mehmûdnijad beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmeta "endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û propagende li dijî hikûmetê" bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Ev xwenîşanderê derbedîtî beriya niha jî, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Pîranşarê ve bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî bi rêya beşdarîkirin di xwenîşandanan de", bi 3 meh û 30 derbên qamçiyan hatibû sizadan ku ev sizaye bi valekirina 8 milyon Tumen pere bi sizayê nexdî hate guherîn.

Tevî ku heta niha çend caran neştergeriya çav ji bo vî xwenîşanderê birîndar di nexaşxaneyên wek Xumeynî ya Urmiyê, Farabiya Tehranê, Îmam Secad a Ramserê de hatiyê kirin, lê dîtina çavê wî yê çepê pir lawaz bûye û 20 ji sedî daketiye.

Sadiq Mehmûdnijad, roja Duşemî 3ê Tîrmeha 2023an, di mala xwe de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin û roja 27ê Tîrmeha heman salê, bi barimteya 4 milyar Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye, ku Sadiq Mehmûdnijad 21ê Îlona 2022an, di meşa xwenîşandanên girseyî de, li bajarê Pîranşehrê di meydana "Mamosa Hejar" a vî  bajarî de bi gulleyên rasterat ên hêzên ewlehî ji aliyê çavê xwa ve hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin