Welatiyekî Kurd li Nexedê hate girtin

Mihemed Emînîfer, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê di rojên derbasbûyî de ji aliyê hêzên îdar

04 January 2024 09:46

 

Hengaw; Pêncşemî 4ê Çileya 2024an

Mihemed Emînîfer, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê di rojên derbasbûyî de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û bo yek ji girtîgehên vê saziya ewlehî li Urmiyê hatiye veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 1ê Çileya 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li Nexedê Mihemed Emînîfer (Coxor) li mala wî ya li gundê "Elî Ava" bi awayekî hovane girtine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kirine ser mala vî welatiyê û ji bo çêkirana tirsê û bêrêzîkirin bi endamên malbata wî, ev girtine.

Hengaw agahdar bûye ku Mihemed Emînîfer bo yek ji girtîgehên ewlehî yên îdareya Îtilaatê li Urmiyê hatiye veguhestin û ti zanyaiyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî vî ciwanê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne û lepeyketinên malbata wî di vê derheqê de, bê encam mane.


Di vî warî de zêde bixwînin