Îlam; Cîbicîkirina sizayê girtîgeha Museyib Fetahbeygî, ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî

Museyib Fetahbeygî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Îlamê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji bo birêvebirina sizayê 2 sal

04 January 2024 16:22


Hengaw; Pêncşemî 4ê Çileya 2024an

Museyib Fetahbeygî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Îlamê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji bo birêvebirina sizayê 2 sal û 6 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin, hate girtin û bo girtîgehê hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Çileya 2024an, Museyîb Fetahbeygî yê 38 salî, piştî gazîkirin ji aliyê Taya Sêyem a Birêvebirina Sizayan a Dadgeha Giştî û Şoreş a Îlamê ve hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê 2 sal û 6 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarê hate veguhestin.

Hêjayê gotinê ye ku, Museyîb Fetahbêygî, Havîna îsal ji aliyê Dadgeha Şoreş a parêzgeha Îlamê ve bi tohmeta "beşdarîkirin di xwenîşandanan de", bi du sal û şeş meh girtîgehê hatibû sizadan.

Navbirî di meha Kanûna sala 2022an de, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li bajarê Îlamê hatibû girtin û piştî çend mehan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê ji girtîgeha navendî ya Îlamê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin