Husên Husênpûr, serhildêrê ziyandîtî yê tevgera Jin Jiyan Azadî bi girtîgehê hate sizadan

Husên Husênpûr, welatiyê Kurd yê xelkê Mehabadê û serhildêrê ku di meşa tevgera Jin, Jiyan

24 February 2024 12:19

 

Hengaw; Şemî 24ê Şibata 2024an

Husên Husênpûr, welatiyê Kurd yê xelkê Mehabadê û serhildêrê ku di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de çavê xwe yê rastê bi gulleyên rasterast ên hêzên ewlehî ji dest dabû, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgehê hate sizadan û navbirî 6 meh e ku di girtîgeha Şîrazê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê demên dawiyê de Husên Husênpûr ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şîrazê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

Hengaw agehdar bûye ku, sizayê navbirî piştî pêdaçûnê bo 11 meh girtîgehê hatiye kêmkirin. 

Husên Husênpûr evareya roja Çarşemî 6ê Îlona 2023an, li rêya bajarê Nûrabada “Memesenî” yê ser bi parêzgeha Fars ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî demekê ji bo girtîgeha navendî ya Şîrazê hatibû veguhastin


Di vî warî de zêde bixwînin