Sine; Çalakvaneke jin bi salek girtîgehê hate sizadan

Beyan Fereculahî ya çalakvana jin ya xelka Sine ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgehê hate sizadan.

22 January 2024 14:56

 

Hengaw; Duşemî 22ê Çileya 2024an

Beyan Fereculahî ya çalakvana jin ya xelka Sine ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 21ê Çileya 2024an, Beyan Fereculahî ya çalakvana jin ya 34 salî û xelka bajarê Sine ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmetên "sersaxîkirih bi malbatên xwenîşanderên ku kesên xwe ji dest dane ûpropagende li dijî hikûmetê" salek girtîgeh bi ser da hatiye sepandin.

Çalakvana hanê roja 26ê Tebaxa 2023an, pîştî 41 rojan bi danîna barimteya 2 milyar Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê ji girîgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku Beyan Fereculahî êvareya Duşemî 17 Tîrmeha 2023an ji aliyê hêzên Îtilaata Sinê ve di mala xwe de hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin