Pîranşehr; Wefa Resûlî Azer ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

Hengaw; Wefa Resûlî Azer, ciwanê 19 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê ku di meşa tevgera Jin Jiyan

04 January 2024 18:39

 

Hengaw; Pêncşemî 4ê Çileya 2024an

Hengaw; Wefa Resûlî Azer, ciwanê 19 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 26 meh û 18 roj girtîgehê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 4ê Çileya 2024an, Wefa Resûlî Azer, ciwanê 19 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê piştî ku ji bo Birêveberiya Sizayan a vî bajarî hate gazîkirin, li wir hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin

Wefa Resûlî Azer di Gulana 2023an de, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferiya Du a Pîranşehrê ve bi serokatiya dadwer “Riza Qehrmanlû” bi tohmeta “bi zanebûn şewitandina benêrên îdareya Îtilaatê” bi 11 meh û 16 roj, bi tohmeta “nafermanîkirin bi berpirsên hikûmetê” bi 7 meh û 16 roj û bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûnên têkdana asayişa giştî de” jî bi 7 meh û 16 roj girtîgehê û bi 40 derbeyên qamçiyan hatibû sizadan.
Bi sepandina yasaya komkirina sizayan, cezayê herî giran ê vî welatiyê 11 meh û 16 roj e.

Hêjayî gotinê ye ku Wefa Resûlî Azer roja Çarşemî 18ê Çileya 2023an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî 100 roj man di girtîgehê de, roja Înê 28ê Nîsana 2023an bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê ji girîgeha navendî ya Nexedê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin