Noşehr; Nivîskarê Kurd Erselan Resûlî Emarlûyî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin

26 January 2024 10:28

 

Hengaw; înê 26ê Çileya 2024an

Erselan Resûlî Emarlûyî yê naskirî bi Sergalîş, nivîskar û rojnamevanê Kurd ê xelkê Kelardeştê yê ser bi parêzgeha Mazenderanê, ji bo birêvebirina sizayê şeş meh girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Noşehrê hate veguhestin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 24ê Çileya 2024an, Erselan Resûlî Emarlûyî yê xelkê gundê "Maşmiyan"ê yê girêdayî bajarê Kelardeştê, piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Noşehrê hate veguhetin.

Sizayê şeş meh girtîgeha vî nivîskarê, bi dengê vekirî hatiye veguhertin û ji ber vê mebestê dê heyama girtîgeha xwe li zeviya kar a kedkaran a girtiyên Kelardeştê derbas bike.

Erselan Resûlî Emarlûyî, berî niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Komara Îslamî ya Îranê li Tunekabonê, bi tohmeta “bêrêzîkirin bi Xamineyî” 6 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin. Hêjayê baskirinê ye ku dadgehê dijayetiya guherîna sizayê navbirî bo girtîgeha ragirtî kiriye.

Vî nivîskarî heta niha pirtûkên wekî “Rabûn, Ketina 57ê, Dersxwanê Tembel, Vegera Ji Qiyametê, Munacatên Sergalîş û Mamosteyê Dibistanê” belav kiriye.


Di vî warî de zêde bixwînin