Sine; Girtina Arman Minberî ji aliyê hêzên ewlehî ve

Arman Minberî welatiyê Kurd yê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo cîhekî nediyar hate veguhestin.

05 January 2024 12:43


Hengaw; Înê 5ê Çileya 2024an

Arman Minberî welatiyê Kurd yê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo cîhekî nediyar hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Çileya 2024an, Arman Minberî yê temen 22 salî yê xelkê gundê "Niyer" û rûniştvanê bajarê Sine ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate bincavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Arman Minberî di şûna karê xwa de, ji aliyê hêzên Îtilaata bajarê Sinê ve hatiye girtin û ji bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin û lipeyketina malbata wî ji bo agehdarbûn ji rewşa navbirî bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derbarê sedemên girtina vî welatiyê Kurd û tohmetên bi ser de hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin