Sînorê Newsûdê; Birîndarbûna 3ê kolber bi gulleyên hêzên leşkerî

Di encama teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê "Newsûdê" yê ser bi p

05 January 2024 14:22


Hengaw; Înê 4ê Çileya 2024an


Di encama teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê "Newsûdê" yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê sê kolber bi dijwarî hatine birîndarkirin. EV sê kolber yên bajarên Ciwanro û Rewanserê ne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Çarşemî 3ê Çileya 2024an, du kolberên Kurd yên bi navên Husên Rostemî yê xelkê Ciwanroyê û Ferhad (paşnavên nediyar e) yê xelkê "Taze Abad" yê ser bi bajarê Rewanser bi gullereşanda Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li sînorê Newûdê hatine birîndarkirin.

Herwiha kolberekî din di dema gullereşanda Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) de hatiye birîndarkirin ku heta niha nasnama vî nehatiye diyarkirin. Her sê kolber ji aliyê dest û pêyên xwe ve hatine birîndarkirin.

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, hejmara kuştina kolberan di sala 2023an de bi awayekî berçav zêde bûye, herî kêm 41 kolber li ser sînorên Kurdistanê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û 292 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin