Hemedan; Girtiyekî Kurd hate darvekirin

Girtiyekî Kurd yê bi navê Seîd Muradiyan yê xelkê bajarê Kengawer yê ser bi Kirm

05 January 2024 15:05

 

Hengaw; Înê 4ê Çileya 2024an

Girtiyekî Kurd yê bi navê Seîd Muradiyan yê xelkê bajarê Kengawer yê ser bi Kirmanşanê ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Hemedanê de hate darvekirin. Di heyama 4 rojên borî de sizayê darvekirina 7 girtiyê Kurd hatiye cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 4ê Çileya 2024an sizayê darvekirina Seîd (Elî) Muradiyan, girtiyê ciwan yê xelkê bajarê Kengawerê di girtîgeha navendî ya Hemedanê de bi rê ve çû.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, girtiyê hanê sê sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madeyên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a Hemedanê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Heta belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina Seîd Muradiyan di medyayên hikûmetî û bi taybet medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama 4 rojên destpêka sala 2024an de sizayê darvekirina herî kêm 12 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine cîbicîkirin ku 7 kes ji wan Kurd bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin