Tehran; Sizayê nemirovane yê 75 derbên qamçiya li dijî Roya Hîşmetî ya çalakvana Kurd bi rê ve çû
Sizayê nemirovane yê 74 derbeyên qamçiyan li dijî Roya Hîşmetî, welatiya Kurd a xelka Sinê
Hengaw; Şemî 6ê Çileya 2024an
Sizayê nemirovane yê 74 derbeyên qamçiyan li dijî Roya Hîşmetî, welatiya Kurd a xelka Sinê û rûniştiya Tehranê, di Dadsereya navçeya 7 a Tehranê de hate lidarxistin. Fermanberan Roya Hêşmetî ji ber rakirina xavikê, beriya ku qamçiyan li wê bixin, bi tundtirîn şêwe bi wê re reftar kiribûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Çileya 2024an, sizayê lêdana 74 derbên qaçiya li dijî Roya Hîşmetî piştî ku ji bo Taya 1 a Dadseraya navçeya 7 a Tehranê hatibû gazîkirin, hate lidarxistin. Ew berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve ji ber birêvenebirina hicaba bi zorê, bi 74 derbên qamçiyan hatibû sizadan.
Roya Hîşmetî di vê derbarê de nivîsandiye, ku fermanberên Taya Birêvebirina Sizayan ji ber rakirina xavikê, gef li wê xwarine ku bi tundî derbeyên qamçiyan li wê bixin û dosyeyek nû ji bo wê vebikin. Navbirî di beşeke din a nivîsa xwe de cihê cîbicîkirina sizayê xwe bi “îşkencexaneya serdema navîn” daye zanîn.
Ew welatiye ku li dijî hicaba bi zorê ye, derbarê wê ku fermanerên jin bi zorê xavik danîne serê wê, nivîsiye ku qamçî li mil, pişt, simt, ran û pêyê wê xistine.
Roya Hîşmetî çîroka xwe wiha berdewam dike: “Min qamçî nedihejmardin, min di bin lêvên xwe de digot, bi navê jin, bi navê azadî, cilên kolîtiyê hatine dirandin, şeva me ya tarî dibe sibêdeh û hemû qamçî dibine tewr.”
Mijara “azadiya hilbijartina awayê lixwekirina cilûbergan” li daxuyaniya cîhanî ya mafê mirovî û konvansiyona jinavbirina her cure cudahiyek li dijî jinan tekezî li ser hatiye kirin
Sûdwergirtin ji sizayê qamçî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, di halekê de ye ku pêka belgên navdewletî yên mafê mirovî sizayê qamçî sizayek nemirovane, zalimane û li dijî kirameta mirovî ye û madeya 7 a peymana navnetewî ya mafê medenî, siyaseta cîbicîkirina wê sizayê qedexe kiriye.