Sebzewar; Sê girtî hatine darvekirin

Sizayê sê girtiyên ku du ji van Kurd in û beriya niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û "

07 January 2024 10:47

 

Hengaw; Yekşemî 7ê Çileya 2024an

Sizayê sê girtiyên ku du ji van Kurd in û beriya niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û "kuştina bi zanebûn"ê bi îdamê hatibûne sizdan di girtîgeha navendî ya bajarê Sebzewarê de bi rê ve cû.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 3ê Çileya 2024an, sizayê du girtiyan bi navên Haşim Zor Abadî yê 42 salî û welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Cuwîn û Emîr Ehmedzade yê xelkê bajarê Sebzewarê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber di girtîgeha vî bajarî de hate cîbicîkirin.
Hevdem sizayê darvekirina Mehdî Keywanlû, welatiyê Kurd yê 45 salî û xelkê Sebzewarê ku beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi îdamê hatibûne sizdan jî bi rê ve cûye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina sê girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybet medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin