Bokan; Sê kes ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bi “ifsad fî erzê” hatine sizadan

Kamran Sultanî, Mihemed Ferecî û Reûf Şêx Meirûfî, ji xwenîşanderên girtî yên xelkê Bokanê, ji ali

08 January 2024 11:41

 

Hengaw; Duşemî 8ê Çileya 2024an

Kamran Sultanî, Mihemed Ferecî û Reûf Şêx Meirûfî, ji xwenîşanderên girtî yên xelkê Bokanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi “genedelî li ser rûyê erê” (isfas fî erzê) hatine sizadan, tehmetek ku belkî bibe sedema derçûna sizayê darvekirina wan. Ev sê welatiyên Kurd sala borî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûne girtin.

Pêka nûçeya ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi sepandina tohemta “genedelî li ser rûyê erê” (isfas fî erzê) li diî Kamran Sultanî, Mihemed Ferecî yê 21 salî û Reûf Şêx Meirûfî yê 22 salî, ev welatiyane di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev sê welatiyên Kurd di heyama lêpêçînê de li girtîgeha Îtilaatê li Urmiyê, ji bo îtirafa bi zorê rastî tundtirîn îşkenceyên fîzîkî û derûnî ji aliyê hêzên Îtilataê ve hatibûn.

Saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi demdirêjkirina binçavkirin û sepandina zextên giran li ser van sê welatiyan, di hewlê de ne ku wan wekî kesên bikuj ên yek ji hêzên serkutkar ên hikûmetî di naverasta xwenîşandana sala borî de nasan bikin û sizayê giran ê dadweriyê bi ser wan de bisepînin.

Reûf Şêx Meirûfî êvareya Duşemî 26ê Kanûna 2022an, Mihemed Ferecî roja Sêşemî 21ê Şibata 2023an û Kamran Sultanî jî 27ê Şibatê, bi awayekî hovane ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li Bokanê hatine girtin û ji bo girtîgeha vê saziyê hatine veguhastin.

Ew welatiyane roja Înê 10ê Hezîrana 2023an, piştî çend meh lêpêçîn û îşkencekirin di girtîgeha Îtilaata Urmiyê de bo girtîgeha navendî ya Bokanê hatine veguhastin û bi bê çarenivîs di vê girtîgehê de hatibûne ragirtin.

Hêjayî gotnê ye ku Mihemed Ferecî roja 14ê Çileyê hatibû girtin û rêkevta 21ê Şibatê di halekê de ku heftiyek bi ser berdana wî ya demkî re derbas dibû, car din ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin. Hengawê berê di vê derbarê de nivîsîbû: “Hêzên îdareya Îtilaata Urmiyê, di rola mişteriyên asayî de bi Mihemed Ferecî re pêwendî girtibûn û ji wî wekî mikanîkê trombêlê xwastibûn da ku ji bo çêkirina trombêlekê di cihê diyarîkirî de amade be û ev welatiye her zû li tenişt binkeya Agirkujînê amade bibû û li wir ji aliyê van hêzan ve hate revandin”.


Di vî warî de zêde bixwînin