Bokan; Mihemed Xizirnijad ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bi darvekirinê hate sizadan

Mamoste Mihemed Xizirnijad yek ji kesayetên olî yê bajarê Bokanê ku di m

10 February 2024 23:13

 

Hengaw; Şemî 10ê Şibata 2024an

Mamoste Mihemed Xizirnijad yek ji kesayetên olî yê bajarê Bokanê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî (Woman, Life, Freedom)  de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta  “ifsad fî erzê” bi darvekirinê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Mihemed Xizirnijad yê temen 45 salî û xelkê Bokanê ji aliyê Taya 3ê ya Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Riza Necefzade bi tohmeta “ifsad fî erzê” bi darvekirinê û bi tohmeta zirargihandin bi serbixwaya welat bi 15 sal û bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

Kombûna dadgeha mamoste Mihemed Xizirnijad bi rêya vîdyo konferansê ve hate lidarxistin û ev çalakvanê olî ku heyama salekê ye di girtîgehê da ye ji mafê xwe yê destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin û li gor gotina çavkaniyek nêzîkî malbata navbirî, ew sizaye li ser bingeha rapora Wezareta Îtilaatê hatiye danê û dadwer hata amade nebûye mafê berevanîkirinê bi mamoste Mihemed re bide.

Mamosta Mihemed Xizirnijad, roja 19ê Mijdara 2022an, li meşa tevgera Jina Jiyan Azadî bi awayekî hovane digel kurê xwe yê bi navê Yasir Xizirnijad ji aliyê hêzên Îtilaatê ve di mala xwe de hatibûne girtin. Navbirî bo heyama 100 rojan li girtîgeha Îtilaatê ya Urmiyê di bin îşkenceyên jiqasderçûyî de îtirafa bi zorê li dijî xwe kiribû û kurê wî jî piştî demekê hate berdan.

Mamosta Mihemed Xizirnijad piştî rêûresma salvegera canjidestdana Esed Rehîmî yek ji canjidestdayên tevgera Jin Jiyan Azadî ku li mizgefta Îftixarî ya Bokanê gotarek pêşkêş kiribû û reftarên hikûmetê li dijî xwanîşanderan rexne kiribû, hatibû girtibû.


Di vî warî de zêde bixwînin