Urmiye; Şahîn Wesaf ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bi darvekirinê hate sizadan

Şahîn Wesaf welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Selmasê ku di meşa tevgera Jin Ji

22 February 2024 12:46


Hengaw; Pêncşemî 22ê Şibata 2024an

Şahîn Wesaf welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Selmasê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta  “sîxurîkirin bo Îsraîlê” bi darvekirinê hatiye sizadan. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Şahîn Wesaf welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Selmasê û temen 27 salî ji aliyê Taya 3ê ya Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” bi darvekirinê hatiye sizadan û sizayê wî bi awayekî fermî roja Sêşemî 3ê Cotmeha 2023an di girtigeha navendî ya Urmiyê de ji navbirî re hatiye ragihandin.

Şahîn Wesaf, roja 21ê Îlona 2022an, li meşa tevgera Jina Jiyan Azadî digel Nasir Wesaf ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibûne girtin û ji bo girtîgeha vê saziya ewlehî hatibûne veguhastin û piştî lêpêçînê ji bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûne veguhastin.

Hengaw agehdar bûye ku kombûna dadgeha du welatiyên hanê bi bê amadebûna parêzeran hatiye lidarxistin û di vê dawiyê de Nasir Wesaf ji girtîgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, di heyama girtîgehê de her du girtî ji mafê xwe yên destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re hatibûne bêparkirin û ji bo îtirafa bi zorê û qebûkirina tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” li girtîgeha Îtilaatê di bin îşkenceyên dijwar de bûn.


Di vî warî de zêde bixwînin