Çar welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Cibreyîl Ehmedpûr, Aso Mihemedî, Idrîs Perwîzî û Mensûr Nîkzad, çar welatiyên xelkê bajarê Şi

08 January 2024 13:41

 

Hengaw; Duşemî 8ê Çileya 2024an

Cibreyîl Ehmedpûr, Aso Mihemedî, Idrîs Perwîzî û Mensûr Nîkzad, çar welatiyên xelkê bajarê Şinoyê, bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 7ê Çileya 2024an, hêzên Wezareta Îtilaatê li bajarê Şinoyê, Aso Mihemedî, Idrîs Perwîzî, Mensûr Nîkzad û Cibreyîl Ehmedpûr binçav kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyane bi bê hebûna ti belgeyên yasayî û tevî tirsandin û tundûtîjiyê di malên xwe de hatine girtin.

Ev çar welatiyên han, piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatine veguhestin û heya niha, ji sedema girtin û herwisa tohmetên li dijî wan hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin