Seqiz; Luqman Bîdarî hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin

Luqman Bîdarî yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Seqizê ji bo birêvebirina sizayê heşt meh girtî

08 January 2024 23:45

 

Hengaw; Duşemî 8ê Çileya 2024an

Luqman Bîdarî yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Seqizê ji bo birêvebirina sizayê heşt meh girtîgehê, hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin. Navbirî di salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 6ê Çileya 2024an, Luqman Bîdarî yê temen 39 salî û xelkê bajarê Seqizê, piştî gazîkirin ji aliyê Taya Birêveberiya Sizayan a Dadseraya Giştî û Şoreş a Seqizê, li wir hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê 8 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhestin.

Hengaw agahdar bûye ku, Luqman Bîdarî, di vê dawiyê de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê bi tohmeta "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê" bi 8 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Ev welatiyê han, roja Duşemî 16ê Îlona 2023an, hevdem digel salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî li hundurê nexweşxaneya "Xumeynî" ya Seqizê hatibû girtin. Navbirî di dawiyê de piştî sê hefteyan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Seqizê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin