Sînorê Bane; Birîndarbûna 4 kolberan ji aliyê hêzên leşkerî ve

Hîwa Emînî, Taha Gulmihemedî, Riza Hesenî yên xelkê bajarê Seqizê û kolberekî din yê

09 January 2024 10:51

 

Hengaw; Duşemî 8ê Çileya 2024an

Hîwa Emînî, Taha Gulmihemedî, Riza Hesenî yên xelkê bajarê Seqizê û kolberekî din yê xelkê Sayinqela yê bi navê Hemîd li ser sinorê "Hengejale" yê Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Îranê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 8ê Çileya 2024an, Hîwa Emînî, kolberê 21 salî û xelkê bajarê Seqizê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Îranê ji aliyê pêyê xwe ve hate birîndarkirin.

Roja Yekşemî 7ê Çileya 2024an Taha Gulmihemedî yê 33 salî û xelkê Seqizê û Hemîd (paşnavê wî nediyar e) yê 35 salî û xelkê bajarê Sayinqelayê li ser sinorê Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Îranê hatine birîndarkirin.

Herwiha roja Şemî 6ê Çileya 2024an jî, kolberekî din yê xelkê bajarê Seqiz ê bi navê Riza Hesenî bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin