Mehabad; Du welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Du welatiyên Kurd ên bi navên Kerîm Sengerî û Siyamend Mîna li bajarê M

09 January 2024 15:33

 

Hengaw; Sêşemî 9ê Çileya 2024an

Du welatiyên Kurd ên bi navên Kerîm Sengerî û Siyamend Mîna li bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 9ê Çileya 2024an, hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Mehabadê êrîş kirine ser mala Siyamend Mîna li gundê "Gerdeberdan"ê û mala Kerîm Sengerî li gundê "Qereşlax"ê û ev du welatiyane girtin.

Çavkaniyeke agehdar ji Hengawê re ragihandiye, ev hêzên han bi çêkirina tirsê derdora mala van du welatiyên Kurd dorpêç kiribûn û di dawiyê de jî ew girtin.

Hengaw agehdar bûye ku, hêzên ewlehî piştî ku êrîş kirine ser mala Siyamend Mîna û Kerîm Sengerî, mala wan vekolîn kirine û dest danîne ser kelûpelên van ên taybetî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û tohmetên li dijî wan du welatiyane hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin