Rapora amarî ya Hengawê derheq qurbanîbûna 27 welatiyan bi sedema teqîna mînan di sala 2023an de

Teqîna mînên bi cihmayî yên şerê heşt sale yê Îran û Îraqê û herwisa mînên ku di salên dawî de ji

09 January 2024 22:21

 

Hengaw; Sêşemî 9ê Çileya 2024an


Teqîna mînên bi cihmayî yên şerê heşt sale yê Îran û Îraqê û herwisa mînên ku di salên dawî de ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatine çandin  berdewam li Îranê qurbaniya distîne. Zêdetirî %22 qurbaniyên teqîna mînan di sala derbasbûyî de zarok û jin bûne ku zêdetirî %96 jî welatiyên Kurd bûne.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala derbasbûyî ya Zayînî de aliyê kêm 7 hevwelatî bi sedema teqîna mîn û cebilxaneyên şer li navçeyên sînorî hatine kuştin û 20 welatiyên dinê jî hatine birîndar û kêmendamkirin.

Li gorî vê raporê, zêdetirî %96 qurbaniyên teqîna mînan li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiye hatiye tomarkirin ku welatiyên Kurd bûne û nûciwanekî Ereb jî di parêzgeha Ehwazê de hatiye birîndarkirin.

Herwisa di sala derbasbûyî de aliyê kêm 5 zarok û nûciwanên jêr temen 18 saliyê û jinek bûne qurbaniyên teqîna mînan ku %22 ji gelempera vê amarê dike û li gorî sala borî %10 kêm bûye.
 

Cudakirina qurbaniyan li gorî parêzgehan;

Di sala derbasbûyî de zêdetirîn qurbaniyên mînan li ser sînorên parêzgeha Sine bi 12 haletan hatiye tomarkirin. Piştî vê parêzgehên Îlam û Urmiyê bi 5 haletan. Zêdetirîn haletên ku hatine kuştin li parêzgeha Îlamê bi 4 haletan wate %57 ji gelempera vê amarê bûye.

Parêzgeha Sine: 12 halet in ku hatine birîndarkirin.

Parêzgeha Îlamê: 5 qurbanî ku 4 hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Parêzgeha Urmiyê: 5 qurbanî ku yek hatiye kuştin û 4 jî birînadr bûne.

Parêzgeha Kirmaşanê: 4 qurbanî ku 2 hatine kuştin û 2 jî birînadr bûne.

Parêzgeha Xûzistanê: 1 qurbanî ku birîndar bûye.
 

Cudakirina qurbaniyên mînan li gorî qatên civakî;

Zêdetirîn qurbaniyên mînan di sala derbasbûyî de welatiyên asayî bûne ku 15 halet in, herwisa 11 kedkar û kolber jî bûne qurbaniyên teqîna mînan.

Welatiyên asayî: 15 halet ku 2 hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne.

Kedkar û kolber: 11 halet ku 5 hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Leşkerî: 1 halet ku birîndar bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin