Sînorê Banê; Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve hate kuştin

Kolberekî ciwan yê bi navê Şoreş Xeregûşî û xelkê bajarê Selmasê, di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast

10 January 2024 09:07

 

Hengaw; Çarşemî 10ê Çileya 2024an

Kolberekî ciwan yê bi navê Şoreş Xeregûşî û xelkê bajarê Selmasê, di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikêmetê li ser sînorê Banê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 9ê Çileya 2024an, Şoreş Xeregûşî yê 33 salî û xelkê bajarê Selmasê, di dema kolberiyê de li sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikêmetê hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeka Hengawê, du gulle bi singê kolberê hanê ketine û heya niha termê wî ji malbata navbirî re nehatiye radestkirin. 


Şoreş Xeregûşî xîzandar û bavê zarokekê ye û xelkê gundê "Zêvecûk" yê ser bi bajarê Selmasê ye.

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di sala 2023an de kuştina kolberan li gorî salên borî gelek zêde bûye, bi awayekî ku 41 kolber hatine kuştin û 292 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin